• Friday, 24 May 2024
logo

Hozan Derwêş: Hunera derxistina laş û beden li cem min nayê qebûlkirin

Hozan Derwêş: Hunera derxistina laş û beden li cem min nayê qebûlkirin
Gotegot derketine ku stranbêj Hozan Derwêş dev ji gotina stranan berdaye, lê wiha diyar e ew biryara wê her wisa bi hêsanî nebû be. Gelek tişt hebûn wisa lê kirin ji hunerê aciz bibe û dev jê berde.

Stranbêj Hozan Derwêş derbarê devjêberdana wê ji strangotinê ragihand: “Di destpêkê de pir bi tîn û germî hatim nav dinyaya hunerê. Min huner wek erk û peyameke pîroz jî dît ku bi riya wê xizmeta welat û gelê xwe bikim. Lê mixabin tiştê ku di xeyala min de hebû tiştek bû, rewşa hunera kurdî jî tiştekî din.”

Hozanê dibêje: “Min fêm kir ku nikarim plana ku di xeyala min de bû, bînim cî. Ne ku ji ber şiyana min tune, lê gelek sedem hebûn. Tiştê ku ez pir dilteng kirim ew bû ku hunera kurdî li cem hinek kesan bûye derxistina bejin û laş. Lê hunereke bi vî rengî li cem min nayê pejirandin.”

Hozan ne tenê ji wan hunermendan dilteng bûye, lê: “Heta vêga jî hikûmet û desthilat wek parsekan li hunermendan dinerin. Baweriya min bi ti sloganeke wan berpirsan jî nemaye, çiku têgihiştina piraniya wan wek hev e derbarê huner û hunermendan. Nemaze jî derbarê hunermendên jin. Kesayetiya min ji min re girîngtir e ji hemû serwetên dinyayê.”

Hunermend Hozan axaftina xwe wiha qedand: “Li vî welatî ger tu bixwazî karekî hunerî bikî, divê destê çend kesan maç bikî. Pir caran min daxwaz kiriye konsêrtan bêyî beramber bikim, lê belê kesî bersiva min nedaye. Ez jî ne amade me herim destê ti kesî biramîsim. Hunera ku em dikin di serdema îro de nayê pejirandin. Lewma min biryar da dev ji strangotinê berdim û temenê xwe yê mayî li ser riya xwedayê mezin û pêxember de xerc bikim, da ku şermezara dîrok û xwedê nebim.”

Rudaw
Top