• Saturday, 18 May 2024
logo

Rinda Kurdistanê: Ezê vegerim Kurdistanê

Rinda Kurdistanê: Ezê vegerim Kurdistanê
Keça herî rinda a Kurdistanê, Şênê Ezîz, ku li Norveçê dijî, diyar kir, dê vegere Kurdistanê û li paytext Hewlêrê binecî bibe.

Îsal bo cara yekemîn li Herêma Kurdistanê, pêşbirka hilbijartina keça herî rind hat lidarxistin. Keça bi navê Şênê Ezîz, ku li bajarokê Raniya yê Silêmaniyê ji dayik bûye û li Norveçê dijî, wek keça herî bedew a Kurdistanê hat hilbijartin.

Şênê, piştî ku wek bedewa Kurdistanê hat hilbijartin, di civîneke çapemeniyê de diyar kir, dê hefteya bê vegere Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê binecî bibe.

Şênê, got, gelek kes ji min dipirsin gelê tu dê vegerî Kurdistanê ya na, ez jî dibêjim belê ezê hefteya bê vegerim Kurdistanê. Ez kêfxweş im ku dikarim bi vî awayî xizmeta welatê xwe bikin, ez bi navê bedewa Kurdistanê ya 2012 xizmeta Kurdistanê dikim.

Bedewa Kurdistanê wiha domand, ez dixazim herkes alîkariya bedewa Kurdistanê bike ku bikaribe li welatên din kultura Kurdistanê bide nasîn. Ezê hemû hewlên xwe bidim ku Hewlêr li dinyayê de bê naskirin.

AKnews
Top