• Friday, 24 May 2024
logo

Fîlmek li ser komkujiya Roboskî: Kanîya Lîço

Fîlmek li ser komkujiya Roboskî: Kanîya Lîço
Fîlma Kanîya Lîço, berî komkujiya Roboskiyê hatiye kişandin û fîlmê rastiya komkujiya Roboskiyê pêş de dîtiye.
24 Hezîran 2012 Yekşem 10:54

Fîlma "Kanîya Lîço", bi butçeyeke pirr hindik, ji aliyê Sinan Yildiz ve hatiye kişandin. Derhênerî û senaryo ayda Sinan Yildiz e. Fîlm, li Şirnexê hatiye kişandir.

Dema mirov li saneryoya fîlmê dinêre, fîlm gellekî naskirî derdikeve pêş meriya. Çimkî heman bûyer, heta wêdatirî wê, 6 meha berê, li Roboskiyê qewimî.

Raqîp, hîn biçûk bûye, bavê wî bi qeza qamyonê jiyana xwe wenda dike. Dayika Raqîp jî, di zayînê de dimire. Raqîp, nikare biçe dibistanê û mecbûre ku li pîrika xwe binêre.

Ji aliyê din, lazime pera qezenç bike ku karibe yara xwe Jînda re bizewice. Raqîp naçar dimîne û dest bi qaçaxiyê dike... Û rojekê, ji aliyê leşkeran ve tê kuştin.

Fîlm, çîroka xwe dispêre jiyandineke rastîn. Kaniya Lîço, li Şirnexê, li beldeya Balverenê, navê wê herêmêye. Yên ku di çêkirina fîlmê de ked rijandine hemû amator in. Fîlm, 60 deqeye. Di mûzîkan bigre heta diyalogan, temamî fîlmê bi Kurdî ye.

Avestakurd
Top