• Saturday, 18 May 2024
logo

Xezale Cavîd Stranbêja Navdara Pakistanî Hat Kujtin

Xezale Cavîd Stranbêja Navdara Pakistanî Hat Kujtin
Stranbêja navdara Pakistanî Xezale Cavîd ji alîyê çend çekdarên nenaskirî ve li bajarê Pîşawer a wî welatî hate terorkirin û gîyanê xwe ji dest da.


Jêderên ragihandinîyên Pakistanî û cîhanî ragihandine, ku stranbêja navdara Pakistanê Xezale Cavîd bi destê çend çekdaran hatiye terorkirin. Li gor ewan jêderan Xezale Cavîd d li gel bavkê xwe bûye û serdana naveneka cuwankarîyê li bajarê Nû li nêzîkî Dabigrî kiriye û dema ku ji evê navendê hatiye derve, ji alîyê du çekdarên nenaskirî ve rastî êrişê hatiye.

Jêderên ragihandinê belav kirine, ku çekdaran çend fîşek berdane Xezale Cavîd û bavkê wê ku di encam de bavkê evê stranbêja nadara Pakistanî di cih de gîyanê xwe ji dest dide û Xezale jî bi dijwarî birîndar dibe. Li gor heman jêderan Xezale Cavîd di dema veguhastina bo nexweşxaneyê de û bi gerê dijwarbûna birînan, gîyanê xwe di rê de ji dest dide.

Li gor nûçeya Internatoinal News, ev stranbêja Pakistanî şeş fîşek ber wê kevtibûn û bavkê wê jî çar fîşek ber kevtibûn.

Polîsê Pîşawerê ragihandiye, ku ´´ niha wan goman li ser Cehangîr hevjînê berê yê Xezale´yê heye ku tenê 6 heyvan bi hev re jîyan kirin.´´ Heta niha ti kes, alî yan jî grûpek ev kirdar negirtiye ser milên xwe.
Top