• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlmê “Xewin” dê li Bexdayê bê pêşandan

Fîlmê “Xewin” dê li Bexdayê bê pêşandan
Biryar e, îro Yaneya Sînema ya Yekîtiya Nivîskarên Iraqê fîlmê “Xewin” ê derhênerê japanî Kurusawa li Bexdayê pêşan bide.

Peyvdarê Yekîtiya Nivîskarên Iraqê Îbrahîm Xeyat ji AKnewsê re daxuyand ku dê îro saat 16:00 (bi Iraqê) li hola yaneyê li Bexdayê were pêşandan.

Xeyat ronî kir ku ew fîlmê derhênerê japanî Kurusawa, hejmarek kurtçîrokên curecur ên jiyanê li xwe digire.

Xeyat bal kişand ku pêşandana fîlmê di çarçoveya çalakiyên Yekîtiya Nivîskarên Iraqê de tê ku her în fîlmekî pêşan dide.

AKnews
Top