Hunermendekî ereb nifir li Beşar el-Esed kirin
![Hunermendekî ereb nifir li Beşar el-Esed kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cms-image-000107834.jpg )
Li gor malpera Alarabiya.net hunermenda ereb Fezil Şakir di çarçoveya mihrîcana “Mêzînên Rîtmên Cîhanê” li Mexrîbê (Fasê) de cemawerê xwe mat hişt, dema di şevbuhêrka xwe de nifir li Beşar el-Esed kirin û ji wan xwest bi gotina Amîn lê vegerînin.”
Fezil Şakir di şevbuhêrka xwe de nifir û dua wiha li Serokdewletê Sûriyê kirin, “Xwedê Beşar el-Esed jinav bibe, xwedê Beşar el-Esed birûxîne.” Hevdem cemawerê wî li pey wî gotin, “Amîn, Amîn.”
Her pêştir jî hunermendê ereb yê bi navûdeng Fezil Şakir piştgiriya xwe bo şoreşa gelê Sûriyê ragihand û soz da bi hemû şêweyan palpiştiya şoreşgerên Sûriyê bike.
AKnews