• Saturday, 18 May 2024
logo

Festîvala helbesta kurdî îro dest pê dike

Festîvala helbesta kurdî îro dest pê dike
Biryar e, îro, festîvala neteweyî ya helbesta kurdî li bajarê Hewlêrê bi beşdariya hejmarek helbestvanên kurd dest pê bike.

Festîval, bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bal Wezareta Rewşenbîrî û Lawan û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ve tê sazkirin.

Nûnerê Wezareta Rewşenbîrî di komîteya serpereştyara festîval de Ebdilrehman Neqişbendî ji AKnewsê re daxuyand ku festîval dê îro dest pê bike û heta saat 7:00 (bi dema Herêma Kurdistanê) berdewam be.

Neqişbendî amaje kir ku hejmarek helbestvanên kurd ji Herêma Kurdistanê, Tirkiya, Îran û Sûriya beşdar in, her wiha jin jî tê de beşdar in.

Neqişbendî ronî kir ku Yekîtiya Nivîskarên Iraqê û helbestvanên ji hemû parêzgehên Iraqê bo festîvalê hatine vexwendin.

AKnews
Top