• Monday, 22 July 2024
logo

Derhênerê Kurd Mano Xelîl xelata Civis ya 2012 wergirt

Derhênerê Kurd Mano Xelîl xelata Civis ya 2012 wergirt
Filmê derhênerê Kurd Mano Xelîl yê bi navê ‘Baxçeyê buhuştê’ roja 9 Gulanê 2012 li Parlementa Europa...


li Brusselê paytexta Belcîka xelata yekemîn a fîlmên Dokumentar ya 25 saliya saziya CIVIS ya Media Ewropa stand.

Xelata CIVIS li perlamenta Europa û bi başdarbûna gelek Hunermend û siyasetmedarên Europî û serokê Parlemanta Europa Martin Schultz hat wergirtin. Xanim Angela Markel bi riya Televizîonê peyamek şand û serkeftin bo hunermendan xwest.

Filmê Derhêner Mano Xelîl "baxçeyê buhuştê", li paytexta Swissre Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vî welatî hatiye çêkirin.

Ev Fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibû nîşandan û herwiha xelata Paytexta Swîsre a sinema girtibu û hatibû helbijartin bo xelata sînema Swîsrî Quartz 2011 herweha hêjayê xelata mezin ya "Prla" hatibû dîtin.

Avestakurd
Top