• Saturday, 18 May 2024
logo

Gelo Tatlises carek din hat emeliyatkirin

Gelo Tatlises carek din hat emeliyatkirin
Li gor îdiayên çapemeniya Tirkiyê, hunermend Tatlises ku berî salekê rastî êrişeke çekdarî hatibû û ji milê xwe yê çepê felc biribû, ji bo dengê xwe hê baştir bikarbêne carekî din hatiye emeliyatkirin. Menejerê Tatlises jî dibêje: “Tenê berên li ser gûrçîka wî hatine rakirin.”

Hunermend Îbrahîm Tatlises ê ku sala borî rastî êrişa çekdarî hatî û ji milê xwe yê çepê felc bûyî, ji bo carekî din bigihe tendirûstiya xwe ya berê, carekî din emeliyat bû. Tatlises piştî ku rastî êrişê hatî, li studiyê dest bi xwendina stranên albûma ‘Mûcîze’ kiribû. Emeliyata Tatlises ji aliyê pisporê guh, difin û qirikê Îsmaîl Kaçak ve hatiye encamdayîn. Hat zanîn ku ji bo dengê Tatlises hê baştir bê bikaranîn, emeliyatekî biçûk jêre hatiye encamdayîn.

Tatlises di dema xelatên mûzîkê yên Kral Tv de ji bo înada kesên di gotin dengê wî wekî berê lê nayê, diyar kir ku dest bi xebatên albûma xwe ya nû kiriye. Li ser îdiayên ku Tatlises ji bo dengê wî wekî berê baş bibe emeliyata deng kiriye, menejerê wî Eyûb Kanat got: “Berên li ser gûrçîkê yên birêz Îbrahîm hebûn. Ew ber hatin rakirin.”

Îbrahîm Tatlises şeva 30 meha borî tevlî merasîma xelat wergirtinê ya Kral Tv bû û xelata rûmetê ya heta tayê wergirt. Tatlise xelat ji destê hunermed Orhan Gencebay wergirt. Tatlises di dema xelat wergirtinê de wiha got: “Xweda ez ji bo we û hûn ji bo min bexşandin.”

Hêjayî gotinê ye Îbrahîm Tatlises şeva 14ê Adara 2011an dema bernameya xwe ya di Beyaz TV de pêşkêş kir û derket, rastî êrişek çekdarî hat û bi giranî birîndar biribû.

Rudaw
Top