• Saturday, 18 May 2024
logo

Şêrîn û Semîre Saîd li Hewlêrê ne

Şêrîn û Semîre Saîd li Hewlêrê ne
Her du dengbêjên navdar ên ereb Şêrîn Ebdilwehab û Semîre Saîd tevî çend hunermendên din bi mebesta sazkirina konsêrtekê gihiştine Hewlêrê.

Şêwirmendê karûbarên ragihandinê di grûpa kompaniyên Adil el-Mutehîde de Welîd Enwer ji AKnewsê re daxuyand ku duhî her yek ji Şêrîn Ebilwehab, Daliya Bihêrî, Mihemed Hinêdî û Semîre Saîd gihiştine Hewlêrê û niha li hotêla Rotana ne.

Enwer got, “Hatina wan hunermendan li ser hisabê kompaniya me ye, me ew vexwendî Hewlêrê kirin daku kevirê bingihîn ê projeya City Star li bajarê Duhokê danin, her wiha ew gelek kêfxweşin ku pêşketinên Herêma Kurdistanê dibînin.”

Enwer aşkere kir ku Şêrîn Ebdilwehab dê 3 rojan li Herêma Kurdistanê bimîne.

AKnews
Top