• Friday, 24 May 2024
logo

Ji KURDÎ ya Facebookê re tenê 2 meh mane

Ji KURDÎ ya Facebookê re tenê 2 meh mane
Facebookê Berî ku bi fermî zimanê kurdî di nav zimanên xwe de bi cîh bike ,ji bo demeke ezmûnî, şeş meh derfet daye bikaranîna navrûya bi zimanê Kurdî.

Heta bi fermî navrûya bikaranîna Kurdî ji aliyê Facebookê de bicih bibe wê merc daye , ev navrû herî kêm ji hêla 100 hezar bikarhênerî ve were bikaranîn.


Li gor hinek çalakên zimanê kurd li ser Facebookê, dibêjin niha bi tenê du meh mane, ew bangewaziya her kurdekî dikin ku Kurdî di Facebooka xwe de bikar bihînin û bi vê hevokê bangewazî dikin, “Tu jî zimanê KURDÎ pêş bixe û biparêze û tevlî me bibe.”

Ji bo guhartina navrûya Facebookê çalak wiha rênmayan nîşan didin, “Bi tenê ji te tê xwastin navrûya bikaranînê biguherîne zimanê KURDÎ ev jî bi çend gavên hêsan dibe, ji bijarkên ziman li jêr rûpela xwe KURDÎ hilbijêre û erê bike, wê demê navrû û rûpela te bi tevahî dibe KURDÎ.”

Derbarê giringiya vî karê hanê de çalak dibêjin, “Bikaranîna we ji navrûya KURDÎ re helwesteke şoreşgerî ye û tevlêbûneke bi rûmet e û xwedî lêderktina li zimanê KURDÎ beramber siyasetên helandinê û înkarê ye.”

AKnews
Top