• Thursday, 23 May 2024
logo

Ebrû Yaşar: Ez ji Agiriyê me û kurd im

Gulan Media February 12, 2012 Hunerî
Ebrû Yaşar: Ez ji Agiriyê me û kurd im
Ebrû Yaşar: Ez ji Agirî me ku bajarekî kurdî ye, yanî ez kurd im.

Hunermenda bi nav û deng a Tirkiyeyê Ebrû Yaşar ku çend albumên wê yên stranan hene û bi hevkariya hunermend Îbrahîm Tatlises dest bi strangotinê kir, niha albumeke nû amade dike û dibêje: “Pirr kêfxweş im ku li Kurdistanê hezkiriyên min hene, hêvîdar im bikaribim di demeke nêzîk de werim Kurdistanê û li wir çend konseran bidim.”

Albuma Dînne Yar a Ebrû Yaşarê ku ji 13 stranan pêk tê û Dînne Yar yek ji stranên vê albumê ye bi 3 zimanan hatiye gotin, straneke wê albumê bi kurdî ye û teksta wê ji aliyê hunermend Şerîf Kayran ve hatiye nivîsandin, Ebrû Yaşar dibêje: “Hêvîdar im ev strana kurdî bibe cihê razîbûna hemû gelê kurd û pêşkêşî hemû gelê kurd jî dikim.”

Rudaw
Top