• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlmê Soleen Yusef tevlî 62. Berlînale dibe

Gulan Media February 11, 2012 Hunerî
Fîlmê Soleen Yusef tevlî 62. Berlînale dibe
Fîlmê bi navê “Trattoria” ya derhenara Duhokî Soleen îsal tevlî 62. Festîvala Navneteweyî ya Berlînê dibe:

Soleen Yusef derbarê çîroka fîlm bo Rûdawê ragihand çîroka fîlm sala 2011ê xelata Caligani Preis wergirtiye û senaryoya fîlm jî wê bi xwe nivîsandiye û got, “Mijar li ser hebûna keçeke dayîk Îtalî û bav Alman e, ku bavê wê endamek mafyayê ye û keça wî dixwaze wî biguherîne.” Aktorê navdar ê alman Uwe Preuss rola "Bosse" dileyîze.

Aktrîsa alman Anna Herrmann jî rola Lea dileyîze ku keça Bossî ye, dayîka wê dimire û ew bi serê xwe dimîne, dawiyê diçe restoranta bavê xwe kar dike, lê bavê wê xwe pê haydar nake heya ji aliyê komeke Kurd ve tê kuştin; Lea dibe xwediya rêstorantê û li cihê bavê xwe kar dike.

Solîn derbarê mesrefên fîlm de diyar kir ku 36 hezar euro ji bo fîlm hatine xerckirin û Arte, SWR, BR, Film Akademie Baden - Wurttemberg û MîtosFilm alîkarî dane wê, herwiha herdu rêveberiyên giştî yên çand û huner û sînemayê li Duhokê weke piştevanî alîkariya maddi dane.

Fîlm 43 xulek didome û bi beşdariya 6 aktorên sereke wek Jana Raschke, Maximilian Vetter û kameramanê xwedî çendîn xelat Stephan Burchardt di Cotmeha 2010ê de destpêkiriye.

Film li salona Sinemax Kîno roja 13ê Sibatê bo rojnamevanan û roja 14ê Sibatê jî bo temaşevanan tê nîşandan.

Di Festîvala Navneteweyî ya Berlînê ya 62.de wê fîlmê Umut Dag, Kuma-Hewî jî beşdar bibe. Festîval wê di navbera 9 -19ê Sibatê de bidome û wê gellek aktor, derhêner û hunermendên navdarên cîhanê werin Berlînê.

rudaw
Top