• Friday, 24 May 2024
logo

Projeya TRT-6'ê “Mem û Zîn“ nîvî ma

Gulan Media February 5, 2012 Hunerî
Projeya TRT-6'ê “Mem û Zîn“ nîvî ma
Biryar bû ku kişandina yekem rêzefîlmê TRT-6’ê ya kurdî bi navê “Mem û Zîn“ despêka 2012’an li Meletiyê destpêbikira. Lê hê jî di kişandina sahneya yekem de di navbera prodoktor û lîstikvana sereke ya ku rola Zînê dileyîst, Zîlan Odabaşi de pirsgirêk derket û peymana ku îmze kiribûn hat betalkirin. Koordinatorê TRT-6’ê Fethullah Kirşan heftiya borî ji çapemeniyê re ragehand ku wan Zîlan Odabaşi ji kar derxistine ji ber “Ew bû qurbana qurretî û pozbilindiya xwe. Wê nekarî li hespê jî siwar bibûya û piştî ku hemû 30 lîstikvanên fîlm jê aciz bûn, me peymana wê betal kir û ew ji kar derxist."

Derbarê îdiayên koordînatorê TRT-6’ê, Zîlan Odabaşi agahî dan Rûdawê û got: “Daxuyaniyên wan derew in, wan ez dernexistim, ez bi xwe ji kar derketim û pirsgirêk ne siwarbûna hespê ye û ez dikarim li hespê jî siwar bibim."

Zîlan Odabaşi di destpêka meha Çileyê de ji Îzmîrê bo kişandina fîlmê Mem û Zîn çû Meletiyê û du roj li wir ma û paşê dîsa vegeriya Îzmîrê. Odabaşi diyar kir ku wê ji ber nav û girîngiya rêzefîlmê ev proje qebûl kiriye û got: “Di serî de ji min re gotin Ali Cem Datli ku ez pirr rûmetê didimê, wê fîlmê bikşîne, lê dema ez çûm Meletiyê ez pê hesiyam ku hefteyek beriya min ew ji projeyê derketiye. Mehek derbas bûbû lê hê jî 3 sahne nekişandibûn. Wek ku dibêjin min bi wan re rêzek kişandiye, ne rast e, tenê ez tevlî du sahneyan bûm."

Odabaşi derbarê sedemên lihevnekirinê jî daxuyanî dan û got: “Fîlm di nava berfê de, di bin sermaya -19 pileyan de dihat kişandin. Wê rojê, digel ku sahneya min tune bû jî, dîsa ji 5ê sibehê heta nivroyê ez li ser berfê li benda wan sekinîm. Min jî got dema ku sahneya min tune be, ji kerema xwe bangî min nekin. Prodoktorê fîlmê Aytekin Mert ji min re got karê te hebe jî tune be jî, divê tu werî. Min jî li wir peyman betalkir û seta fîlmê terikand." Derbarê daxuyaniya Koordinatorê TRT-6’ê Fethullah Kirşan ku gotibû Zilan Odabaşi nikare li hespê siwar bibe, Odabaşi got, “Diviyabû dema ku me peyman îmze kiriye, ev yek ji min pirs bikirana, lê nekirin. Ya din, ez dikarim li hespê siwar bibim û ez berê di çendîn fîlman de li hespê siwar bûme. Hevalên kar jî hemû min nas dikin û ti kes ji min nerazî nîne."

Rudaw
Top