• Thursday, 26 December 2024
logo

Dilniya Qeredaxî: Li ser navê min nepeyvin!

Gulan Media January 31, 2012 Hunerî
Dilniya Qeredaxî: Li ser navê min nepeyvin!
Stranbêj Dilniya Qeredaxî bi nerehetiyeke zêde daxwaz dike êdî kes li ser navê wê nepeyive.

Kêşeya tora civakî ya Facebookê rojane pêsîra hunermendan digire û careke din jî Dilniya Qeredaxî rastî vê pirsgirêkê hatiye.

Dilniya ji Rûdawê re ragihand: “Pir dilgiran im ku dîsa hinek kes li ser navê min di Facebookê de bersiva xelkê didin yan gotinên ne baş ji xelkê re dibêjin, nizanim ew kes çi sûdê ji vê yekê dibînin ku di navbera hunermendan û xelkê de xirab bikin, bi rastî ne xweş e gava haya te ji tiştekî nebe û dû re bizanî ku kêşeyek wisa derketiye û bi navê te axaftin hatiye kirin.”

Dilniya axaftina xwe wiha qedand: “We piştrast dikim ku haya min ji tiştekî tune û tu rûpeleke min a taybet li ser Facebookê nîne. Hêvîdar im ew kes ji van karan dûr bin, çiku sûda tu kes û aliyekî tê de nîne.”

Rudaw
Top