• Saturday, 18 May 2024
logo

Aramo û Evîn li Kerkûkê kanaleke ciwanan vedikin

Gulan Media January 26, 2012 Hunerî
Aramo û Evîn li Kerkûkê kanaleke ciwanan vedikin
Desteya Hilberîna Kerkûkê diyar kir ku pêşkêşkar Aramo û Evîn Aso bi armanca vekirina kanaleke esmanî ya ji bo ciwanan serî li wan dane û bi awayekê erênî hatine pêşwazîkirin.

Beşa Ragihandina Desteya Hilberîna Bajarê Kerkûkê ji malpera Rûdawê re ragihand ku her du pêşkêşkarên berê yên Kanal 4 û Korek TV, Evîn Aso û Aramo serdana desteya hilberînê kirine û got: “Ji bo çêkirina 300 vîla û kanaleke ya ciwanan daxwaza 50 donim zevî kirine.”

Beşa ragihandinê da zanîn ku Serokê Desteya Hilberîna Kerkûkê Felah Bezaz, bi awayekê erênî nêzîkî pêşniyazê bûye û dixwazin di demeke nêzîk de peymanekê çêbikin.

Hate ragihandin ku Evîn Aso û Aramo bi armanca çêkirina vîla û kanaleke esmanî ya bo ciwanan li bakurê bajarê Kerkûkê zevîyeke 50 donim nîşan dane. Li gorî projeyê dê 300 vîlayan ava bikin û her yekê bi 160 hezar dolarê bi qistan bifiroşin. Li gorî ragihandinê ji bo qedandina projeyê jî 2 sal destûr hatiye dayîn.

Rudaw
Top