• Friday, 24 May 2024
logo

Festîvala danasîna kultûra Kurdistanê li Urdunê tê lidarxistin

Gulan Media January 21, 2012 Hunerî
Festîvala danasîna kultûra Kurdistanê li Urdunê tê lidarxistin
Biryar e, sibê yekşemê, festîvala kultûrî, rewşenbîrî û hunerî ya kurdî li Urdunê bê sazkirin û dê 3 rojan bidome.

Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd ji AKnewsê re daxuyand ku festîval sibê dest pê dike û dê 3 rojan berdewam be.

Mehmûd bal kişand ku festîval ji hêla Komeleya Dostanî ya Iraqî-Urdunî ve tê sazkirin û îro jî şandek ji Herêma Kurdistanê dê biçe Urdunê.

Ji bal xwe ve, Serokê Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî yên Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ji AKnewsê re ragihand ku şandeke yekîtiya wan ku ji 30 kesan pêk tê, dê di çarçoveya festîvalê de çend hevdîtin û civînan digel veberhêner û karsazên Urdunê pêk bîne.

Xeyat amaje kir ku armanca wan beşdarîkirina veberhêner û karsazên Urdunê ye di prosesa avakirina Herêma Kurdistanê de.

AKnews
Top