• Saturday, 18 May 2024
logo

Stêrkê muzîkê Yoso Ndor ji bo serokatiyê Senîgalê xwe heldibjêre

Gulan Media January 4, 2012 Hunerî
Stêrkê muzîkê Yoso Ndor ji bo serokatiyê Senîgalê xwe heldibjêre
Li gor ajansa nûçyan, stêrkê muzîkê yê Sengalî Yoso Ndor da zanîn ku ew xwe ji bo helbijartinên serokatiya Sengalê, heldibijêre.

Her weha Ndor got ku ew li dijî serokê sengalê yê niha Ebdulla Wad e yê ku dixwaze ji bo cara sêyem xwe ji bo seroktiya welêt hilbijêre, li hemberî vê gelek nerazîbûn li welêt dijî ew guherînên ku wê Wad di desturê çêbike hene.

Ndor li barê helbijartina xwe got: " Eve erkekî niştimanî yê pake. Raste min xwendina xwe ya bilind temam nekiriye, lê belê serokatî erk ne kare."

Hêjayî gotinê ye ku Yoso Ndor di cihanê de tê naskirin wek kesayetiyeke di navbera muzîka Senîgalî ya kevin û muzika Salsa û Caz û Hip Hopê de xistiye navhev. Her weha gelek medalya li asta cîhanê wergirtiye.
Top