• Saturday, 18 May 2024
logo

Wênegirê Korya Başur Tîm Sok Tay pêşangeha xweya duyemîn li herêmê vekir

Gulan Media December 27, 2011 Hunerî
Wênegirê Korya Başur Tîm Sok Tay pêşangeha xweya duyemîn li herêmê vekir
Di rêwresmekê de li Hola Gelerî ya kurdistanê li Hewlêrê, bi amadebuna Kwa Mehmud wezîrê çandê û ciwanan û Felah Mistefa berpirsê peywendîyên û Nwzad Hadî parlzgerê Hewlêrê û Felekedîn Kakeyî û kunsilê Korya li herêmê û hezmareke berpirs û mêhvana, kunsilgerya Korya Başur li herêma kurdistanê duyem pêşangeha fotogirafî derbarê siruştê kurdistanê libin nave ( Ah… Kurdistan) jibo Tîm Sok Tay wênegir vekir.

wênegir Tîm Sok Tay ragihand: ev duyemîn pêşangehe li herêma kurdistanê ez ve dikim û têde 46 Tablo yên Fotogirafî min berçav kirine û bo dema 3 roja jî ev pêşangehe wê berdewam be.
Herweha xûyakir ku tev tabloyên wî siruşta kurdistanê berçav dikin ku her çar werzên sale têde ne û tablo jî bi qebareya: 6080x ¡ 60x100 ¡ 150x60.

wênegir Tîm Sok Tay li sala 1955 li welatê Korya Başur ji daykbuye û bo dema çend salaye hatîye herêma kurdistanê , ta niha 11 pêşangehên fotogirafî vekirîne , du ji wan li herêmê bune.
Top