• Saturday, 18 May 2024
logo

Ez ne xwe û ne hunera xwe difiroşim

Gulan Media December 25, 2011 Hunerî
Ez ne xwe û ne hunera xwe difiroşim
Stranbêj Mijdên ya ku li Hollandayê dijî piştî klîba ‘Padaşt’ ku tê de bi şêweyekî nîv tazî derdikeve, pir rexne li wê hatin kirin, lê ew dibêje “ez biserketim”. Ew di heman demê de dibêje warê xebata hunermendên jin gelekî hestiyar e lewma eger ew zana nebe wê “sivik bibe”.

Stranbêj Mijdên li aliyekî karê xwe yê hunerî didomîne û ji aliyekî ve li Zanîngeha Amsterdamê di warê bînê (parfum) de dixwîne. Mijden hunerê wek behrê binav dike û dibêje, “Behr berî her tiştî xweşiyê dide dilê xwediyê xwe, dema xebatekê pêktîne.” Mijden dide zanîn ku klîba wê ya dawî ji aliyê gelek kesan weke karekî dûrî kultura kurdî hatiye dîtin, hin kesan jî ev weke tiştekî nû dîtin û wiha dom dike: “Wan herduyan heta raddeyê ez baxtewer kirim, ji ber ku di civaka Rojhilatî de eger karê mirov taqlîdî be her kesê destxweşiyê dike, loma rexneyan jî ez nîgeran nekirime.”

Mijden karê xwe serkeftî dibîne û ji bo serkeftinên demdirêj dibêje, “bo hunermendan ti serketin berdewam nabin. Mirov divê hertim di xebatê de be û karên mirov ji yên berê baştir bin. Ev xebata ku min encam da dikeve dîrokê, ango serketin hat nivîsîn û qediya.”

Ew bibîr dixe ku du caran bo Kurdistanê hatiye vexwendin, lê ew neçûye û sedemê neçûnê wiha vedibêje: “Dema min behsa xerciyan dikir digotin em ê civînê bikin û êdî deng ji wan nehat. Ya rastî, xwediyê kar behsa hezkirinê kir û min red kir, ji ber ku hesta min li hember wî nebû. Mîna ku dixwaze min bikire, ji xwe ez jî ne xwe û ne hunera xwe nafiroşim. Ev navê min û welatê min e û nafiroşim kesekî nacamêr.

Rudaw
Top