• Thursday, 23 May 2024
logo

Fêstîvala Filmên Kurdî Duhok-Berlîn dest pê kir

Gulan Media December 14, 2011 Hunerî
Fêstîvala Filmên Kurdî Duhok-Berlîn dest pê kir
Herêma Kurdistanê bajarê Duhoka rengîn careke din hemêza xwe ji Filmên Kurdî re vekir, Lê vê carê ji hemû carên din cuda bû. Ji ber ku ev cara yekê bû wiha berfireh û mezin Fêstîvalek li dar dikeve.

Fêstîvala ku bi alîkariya dezgehên hikûmî, sivîl û kesayetiyên cuda cuda û çapemeniyê hatî amadekirin, bi rêk û pêk û di nava pêşwaziyeke bi coş li demjêmêr 5'ê (12/12/2011) êvarê li Navenda Çandî ya Zankoya Duhokê dest pêkir.

Hunermendên mezin Nizametîn Aric, hunermend Gulistan Perwer, hevjîn û hevala derhêner û lîstikvanê mezin Yilmaz Guneyî Fatoş Guneyî ligel gelek perpirsên hikûmî û partî; hunermend, derhêner, lîstikvan û berpirsên hunerî di Vêstîvalê de amade bûbûn, zêdebarî çapemeniyek zêdejimar û xelk jî. Vêstîval bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pêkir. Paşê peyva Wezîrê Reşwenbîrî û Lawan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Dr. Kawa Mehmûd Şakir ji aliyê Adil Hesen berpirsê hunerî û rewşenbîrî li Duhokê ve hate xwendin û peyva parêzgerê Duhokê birêz Temer Remezan ji aliyê Dr. Fazil Omer Serokê Civata Parêzgeha Duhokê ve hate xwendin.. Her wiha peyva komîteya amadekar hate xwendin. Paşê ji aliyê Vêstîvalê ve xelat xelat li hin kesatiyan hatin belavkirin.

Vêstîval wê 6 rojan berdewam bike. Wê di van 6 rojan de zêdeyî 30 film û belge film werin pêşkêşkirin. Hêjayî gotinê ye mêhvanên Alman, ereb jî di Vêstîvalê de amade bûbûn.

Avestakurd
Top