• Saturday, 18 May 2024
logo

Nensî Ecrem li Hewlêrê konsertê dide

Gulan Media December 13, 2011 Hunerî
Nensî Ecrem li Hewlêrê konsertê dide
Tê gotin ku dê 22’ê vê mehê hunermenda navdar a Libnanî, Nensî Ecrem, li Hewlêrê konserê bide.

Li gorî Ajansa Kurdistan hunermenda Libnanî, Nensî Ecrem, dê 22ê vê mehê were paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê û sa’et 14:00 konserê bide.

Çavkaniyê belav kiriye dema Ecrem gihîşt Hewlêrê, dê li hotêl Rotana, civîneke çapemeniyê saz bike û piştre dê digel hunermendê Libnanî, Xalid Selman, li salona Galaksî ya Ankawe ya Hewlêrê konserê bide.

herwiha daye zanîn ku dê çend rojên din, Nensî Ecrem, dîmenek vîdeoyî ya xwe bişîne ku tê de dibêji “ez têm Herêma Kurdistanê” û ew dîmenê wek reklam bên weşandin.

Avestakurd
Top