• Saturday, 18 May 2024
logo

yeke‌m fe‌stîvala çiyayê Şingalê li bajarê Şingalê hate‌ gêran

Gulan Media November 27, 2011 Hunerî
yeke‌m fe‌stîvala çiyayê Şingalê li bajarê Şingalê hate‌ gêran
Bi çavdêr î û amade‌bûna Dr. Kawe‌ Me‌hmûd we‌zîrê re‌wşe‌nbîrî û lawan û jimare‌ka zora ke‌saye‌tî û he‌jêke‌rên kultûr û re‌wşe‌nbîrî û hune‌rî, yeke‌m fe‌stîvala çiyayê Şingalê li hola Laliş li bajêrê Şingalê hate‌ gêran

tê çave‌rêkirin‌ bo de‌mê du rojan ya be‌rde‌wam bît û jimare‌ka zora çalakî û bizavên cora û cor têda bihêne‌ pêşkêşkirin.

Fe‌stîval li bin dirûşimê çiyayê Şingal se‌re‌kaniya re‌se‌natî û xe‌bat û xweragiryêye‌ ji layê we‌zare‌ta re‌wşe‌nbîrî û lawan, rêve‌be‌riya giştiya re‌wşe‌nbîrî û hune‌rî û we‌rziş û lawan li parêzgeha Duhokê ve‌ hate‌ gêran û bingehê wî û se‌nte‌rê Roj Ze‌rade‌şt û se‌nte‌rê Şingal yê re‌wşe‌nbîrî û he‌rdu tîpên Şingal yên mûzîk û şanoyê û he‌rdu tayên bingehê Laliş li Şingal û sinonê bi se‌rpe‌rştiya rêve‌be‌riya se‌nte‌ran û tîpên hune‌rî ve‌ têda pişikdarbûn.

Di birga êkê da çe‌nd pe‌yv hatine‌ pêşkêşkirin û têda amaje‌ bi re‌sanatî û dêrînî ya de‌ve‌ra Şingal û astê be‌rzê hune‌rme‌nd û re‌wşe‌nbîrên vê de‌ve‌rê û giringiya pişte‌vanîkirina wan tîp û se‌nte‌r û behre‌yan ji layê hukme‌ta he‌rêma Kurdistanê ve‌ hate‌ kirin.

Be‌rname‌yê he‌rdu rojên festîvalê yê pire‌ ji simînar û rûniştinên hizirî û re‌wşe‌nbîrî û pîşangehên karîkatorî û şêwe‌karî û şanoge‌rî û konsêrtên hune‌rî û stiran û mûzîkê û dupat kir ku roja duyê ya fe‌stîvalê dê rê û re‌sim li bajêrkê sinonê bihêne‌ gêran û diyar kir ku he‌mû pêdivî yên fe‌stîvalê ji layê we‌zare‌ta re‌wşe‌nbîrî, rêve‌be‌riya giştiya re‌wşe‌nbîrî û hune‌rî û we‌rziş û lawan li parêzgeha Duhokê ve‌ hatîne‌ dabînkirin.

Rojnama war
Top