• Monday, 22 July 2024
logo

Bajarê sînemayê li Riwandizê tê avakirin

Gulan Media February 8, 2011 Hunerî
Bajarê sînemayê li Riwandizê tê avakirin
Hat zanîn ku li Herêma Kurdistanê bajarokê Riwandizê dê di van nêzîkan de bajarê sînema yê Kurdistanê bê avakirin.

Birêveberê projeya bajarê sînema yê Kurdistanê Zuhêr Ebdilmesîh ji malpera AKnewsê re got, “Piştî ez ji Swêdê vegeriyam, min dît ku hunera sînemayê li vir ne gelek pêşketî ye, ji ber vê min xwest navendeke hunerî ava bikim û min hizra projeyê da Parêzgarê Hewlêrê û wî jî qebûl kir.”

Ebdilmesîh ku di heman demê de derhênerekî sînemayê ye axaftina xwe wiha domand, “Me bajarokê Riwandizê hilbijart, ji ber ku min herdem ew navçe bi holyoda Kurdistanê dida zanîn, niha jî Şaredariya Riwandizê cihek ji bo me diyar kiriye daku em projeya xwe li ser ava bikin.”

Derbarê armanca wan ji wê projeyê, Ebdilmesîh xuya kir ku ew dixwazin ji dinyayê re nîşan bidin ku kultûr û hunera kurdan gelek zengîn e û di paşerojê de dê hemû fîlmên sînemayê di warê hunerî de li bajarê sînemayê bêne berhemhênan û logoyê Kurdistanê jî dê li ser wan bê dayîn.

Ebdilmesîh zaniyariyên bêtir derbarê projeyê aşkere kirin û got, “Ev bajar yekemîn bajarê sînema yê pêşketî ye li Rojhilata Navîn ku dikare fîlmê herî mezin yê tirsê ku li welatê pêşketî tê berhemhênan, berhem bîne.”

(AKnews)
Top