• Saturday, 18 May 2024
logo

Xêro Ebas bo rojnama Rûdaw: Ez ji gelê xwe lêborînê dixwazim

Gulan Media February 3, 2011 Hunerî
Xêro Ebas bo rojnama Rûdaw: Ez ji gelê xwe lêborînê dixwazim
Ev demeke hunermend Xêro Ebas rastî êrîşan tê. Ji Facebook bigire heta bi Youtube û malperên internetê. Xero Ebas bi durûtî û ne rastgotinê tê tewanbarkirin, lê ew wê yekê red dike û lêborînê ji gel dixwaz e.
Xêro Ebas, di van dawiyan de berhemên hêja pêşkêş kirin û jimareke zêde a guhdaran ji herçar parçeyên Kurdistanê ji xwe re peyda kirin. Gelek caran tê gotin ku ew teqlîda hunermend Ciwan Haco dike, lê ew dibêje ku stîla wî cuda ye, teqlîdê nake û kesekî ji xwe re raqîb nabîne.
Xêro Ebas, mirovekî dilpak e, ne hesûd û çavnebar e û ger gotineke wî hebe di rûyê xelkê de dibêje. Ji bo ku rewşa wî ya dawîn ji nêzîk ve bizanibin û ji devê wî bi xwe bibihîzin ka ew li ser wan tawanên ku di derheqê wî de hatine weşandin çi dibêje, em bi telefonê axifîn. Me ji bo hevdîtinê rojek dest nîşan kir û li Almanya bajarê Bonnê li restauranteke kurdî-îtalî hev dît. Ew nû ji Kurdistanê hatibû û hê jî bi grîpê bû, serma girtibû. Xêro Ebas wiha bersiva pirsên Rûdawê dide:
Rûdaw: Ev çi firtine bû, te çi got çi kir, tu li Suriyê dibêjî Beşar Esed tu serokê me yî, li Hewlêrê jî li hember Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêjî min hê ji kesekî re negotiye serok, tu serokê min î?
Xêro Ebas: Min nexwest li ser vê meseleyê bi tu kesekî re biaxifim û tu daxuyaniyan bidim. Cara yekemîne ji te re dibêjim; Hinek kesên dilnexwaz û hesûd hene, Di konsereke havîna 2010an de li Helebê ku tê de zêdeyî 500 kes û xwendekarên Zanîngeha Helebê beşdar bûn û derdora me hemû muxaberat bûn, ji min xwestin slvan ji serokê Sûriyê re bişînim. Vêca ji ber ku ew der Sûriy ye, mirov nikare her tiştî bi kêfa xwe bike. Min di dilê xwe de got, dibe ku lidarxistina wê konsertê deriyên berfereh ji bo hunermendên din veke. Yek ji armanca min ew bû ku hunermedên din jî biçin li wir konsertan bidin…“
Tu hunermendî lê ne kesekî siyasî yî, kesên ku beşdarî konsertê bûn ji bo dengê te hatibûn, te li wê derê axaftineke siyasî kir, çima?
Rast e ez ne siyasî me, lê ji bo ku tu li Suriyê konsertan bidî, tu mecbûrî hinek tiştan bikî, min jî tenê çend gotin kirin û ez pê nehesiyam ku ez şaş dikim.
Yanî tu dibêjî te rast got?
Belê, min got ew al, ne tenê a la Ereban e, ya me ye jî, ew welat ne tenê welatê Ereban e, yê Kurdan e jî, min got serokê Suriyê ne tenê serokê Ereban e, ew serokê me ye jî… Min got me di ber wê axê de xwîn rijandiye, min şaş negotiye, me xwîn rijandiye, papîrên min ji bo parastina axa Suriyê ji dagîrkeriya frensî, hatine îdamkirin, hatine sirgûnkirin. Ez ne siyasî me û min siyaset jî nekiriye, min tiştek gotiye ku min rast didît. Ji xwe siyasetvanên me jê girantir dibêjin. Tiştekî din jî bêjim, bawer bikin dema diçim Suriyê û heta dizîvirim, hezar problem ji min re derdikevin, ji aliyê istîxbaratan ve. Lê mixabin hinek kesan xwestin wan gotinan berevajî bikarbînin û hemberî min şerekî dijber bikin û min teşhîr bikin.
’Min destê Barzanî maç nekiriye’
Milet ne rihet bû, çi dibêjî?
Min nizanibû ku wê milet nerihet bibe. Lê ger min gelê xwe bi wan gotinan nerihet kiribe û êşandibe ez lêborîna xwe ji wan dixwazim.
Dema tu beşdarî kongreya 13-mîn ya PDKê bû, tu pir bi heyecan bû yî?
Belê gelekî, cara yekemîn bû Serok Barzanî dibînim. Ew xewneke zaroktiya min bû. Min nikaribû hestên di dilê xwe de bînim ziman. Her gotineke ji devê min derket, gotina dilê min bû. Xebata birêz Barzanî ji bo xizmetkirina Kurdistanê cihê rêzgirtinê ye. Ne tenê ji bo Kurdên li başûr, ew ji bo hemû Kurdan serbilindî ye.
Hinek malperên internetê yên ku bi Soranî derdikevin nivîsandin ku te destê Barzanî maç kiriye?
Çiqa bêbext û xêrnexwaz hene! Tiştekî wiha tune. Dema min stranên xwe gotin û ji ser sehnê daketim, min dest da wan û serkeftin xwest. Ew li pêşiya çavên her kesî û li pêşberî kamerayan çêbû. Mebest çiye destan maç bikin?! Min got tu serokê min î, niha jî dibêjim, bi şanazî dibêjim… serok Barzanî hêjaye jêre bibêjî serok! Herwiha hat gotin ku piştî kongreyê min Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dîtine û min alîkariyên taybet ji wan xwestine, lê derew e min ew herdû birêz nedîtine.
Top