• Thursday, 23 May 2024
logo

44 salan ji şanoya Kurdî re xizmet kir niha di hemamê de xewdike

Gulan Media January 27, 2011 Hunerî
44 salan ji şanoya Kurdî re xizmet kir niha di hemamê de xewdike
kedeke mezin da pêşxistina şanoya kurdî. Dema ku jin tunebûn di şanoya kurdî de rolê bilîzin wî rola jinan lîst û mohrek li dramaya kurdî xist.

Omer Çawşîn. Navekî naskirî ye. Şanogerekî mezin e, lê belê niha cihek tune ye lê raze. Bêmal e. Bê cih e, bê war e.

Dibêje, ancax 2 salên din bijîm, min ji vê hemamê derxînin bila weke însanan bijîm.

Omer Çawşîn ji rojnameya Hewlêr re dibêje, ji ber ku cihekî razanê tune bû, ew 3 mehan di çayxaneya Hecî Ebid de raza.

Şanogerê Kurd Omer Çawşîn pêl li 70 saliya xwe kiriye, dibêje tendurustiya wî gelekî xerab e, 2 salên wî ji jiyanê re mane, "bihêlin bila her du salên xwe weke mirovan bijîm.." (avestakurd)
Top