• Saturday, 18 May 2024
logo

Pêşbirka ‘Strana Xwe Bêje’ sibê li Hewlêrê ye

Gulan Media January 25, 2011 Hunerî
Pêşbirka ‘Strana Xwe Bêje’ sibê li Hewlêrê ye
Pêşbirka “Strana Xwe Bêje” ya televizyona dewletê ya Kurdî TRT 6 ya Tirkiyeyê, seridandinên xwe yên destpêkê, dê sibê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, di studyoya Kanal 4ê de li dar bixe.

Seridandinên pêşbirka “Strana Xwe Bêje” yên Herêma Kurdistanê, dê sibê demjimêr 08:00 li studyoya Kanal 4ê bê lidarxistin.

Li gorî agahiyan, piştî ku navên beşdaran hat nivîsandin, demjimêr 11:00, dê seridandin dest pê bike. Tê payîn, seridandin, ku ji bajarên Duhok û Silêmaniyê jî, dê beşdar serî lê bidin, sibê bi dawî bibe.

Nûnerê TRTê yê Hewlêrê Çetiner Çetin, ku di juriya pêşbirkê de cih digire, ji malpera AKnewsê re daxuyand ku li benda eleqeyeke mezin in. Çetin, diyar kir, dê seridandin, bi zaraveyên Kurmancî û Soranî bê kirin û got, hunermendên ku serkeftinê qezenc bikin, xercên wan ên hatin û çûyînê dê ji aliyê TRTê ve bê dayîn.

Çetin, got, “Em di wê baweriyê de ne ku ev pêşbirke bibe sedema pêşketin û geşekirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê” û anî ziman, TRT Şeş, dixwaze xebatên nû di Herêma Kurdistanê de bike.

Piştî, Hewlêrê, serindandin dê li paytexta Almanya Berlîn û paytexta Swêd Stockholmê bê lidarxistin. Di dawiyê de, dê 15 hunermendên herî baş bên hilbijartin û yê yekem, dê malekê wek xelat wergire.

Di juriya pêşbirkê de, stranbêj Nihat Dogan, huermend Yekbûn û hunermendê bi nav û deng li Sûriyeyê Seîd Yûsif û her hefteyê jî mêvanekî meşhûr dê cih bigirin.

Beriya niha jî, li Stenbol, Enqere, Îzmir, Riha, Wan û Diyarbekirê seridandin hatibûn lidarxistin.

Kurdên Sûriyeyê jî, di riya Mêrdînê re, beşdarî pêşbirkê bûbûn.

(AKnews)
Top