• Friday, 24 May 2024
logo

Fîlma ‘Kuwêstanî Qendîl’ diçe Stenbolê

Gulan Media January 23, 2011 Hunerî
Fîlma ‘Kuwêstanî Qendîl’ diçe Stenbolê
Fîlma “Kuwêstanî Qendîl” ku li festivala Ourense ya Spanyayê xelata baştirîn senaryo wergirt, niha jî li Stenbolê di dehemîn festivala fîlman de digel çendîn fîlmên cîhanî, beşdariyê dike.

Fîlma “Kuwêstanî Qendîl” ya ji derhênana Sînemager Taha Kerîmî, ji berhemên Birêveberiya Hunerî ya Sînema li bajarê Silêmaniyê ye û fîrmaya “Stak Fîlm” karê belavkirinê ji bo wê dike.

Berpirsê ragihandina fîlmê Hewrê Kerîmî ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Fîlma Kuwêstanî Qendîl dê beşdariyê di xula dehem ya festivala fîlman a Stenbolê de bike, ku di heyama 17-27ê şubata 2011ê li Stenbol û Enqereyê bi rê ve diçe.”

Hewrê Kerîm ronî kir ku ev fîlm yekem fîlma dirêj ji berhemhênana Taha Kerîmî ye. Ew behsa pêkvejiyanê di navbera 4 neteweyên kurd, ereb, faris û tirk dike û di xaknîgariyeke wek Qendîlê de sitemkariya li ser gelê kurd nîşan dide.

Fîlma “Kwêstanî Qendîl” bi beşdariya aktorên kurd ji başûr, rojhilat û bakur û çendîn aktor û hunermendên bi navûdeng ên faris, ereb û tirk ku hejmara wan bi giştî 120 aktor e, di fîlmê de beşdarî kirine.

Fîlma Kuwêstanî Qendîl di meha mijdara 2010ê jî beşdarî di xula heftem ya festivala fîlman a Dubai de kir, ku di hema demê de di 22ê mijdara 2010ê ta 2ê kanûna 2010ê beşdariyê di xula 41ê ya festivala fîlman IFFI de li girava Gua li Hindistanê jî kir.

Hêjayî gotinê ye berhemeke din ya sînemager Taha Kerîmî, belgefîlma “Nan û Newt”, niha hemdem beşdariyê di 4 mîhrîcanên navdewletî de dike û gelek xelat wergirtine.

(AKnews)
Top