• Saturday, 18 May 2024
logo

Rojînê li Hewlêrê dest bi firotina Dondourme kir

Gulan Media January 22, 2011 Hunerî
Rojînê li Hewlêrê dest bi firotina Dondourme kir
Jêdereke pêbawer ku nexwest em nav eşkere bikin ji malpera avestakurd re ragihand ku hunermenda Kurd Rojînê li başûrê Kurdistanê...
şaxê Dondurmeya Maraşê vekiriye.

Dondurmeya Maraşê ku li Tirkiyê û li gelek welatên Ewropa navdar e, bi navê MADO tê naskirin.

Heman jêderê ji Avestakurd re diyar kir ku ligel Rojînê şirîkekî din heye ji bakurê Kurdistanê.

Her wiha Rojînê gotiye ku ew nikare xwe bi hunerê xwedî bike û dest avêtiye ticaretê.

Li aliyê din, Rojîn li gelek cihan gotiye ku ew heta niha jî ji aliyê PKK ve tê tehdîd û teşhîrkirin.

Li dondurmexaneya Rojînê li Hewlêrê çar xortên ji Qamişlo jî kar dikin.

Navê kafêterya Rojînê MADO SHOP e û li Hewlêrê li Famîlî MALL.

avestakurd / Hewlêr
Top