• Saturday, 18 May 2024
logo

Kurdên Sûriyê jî beşdarî ‘Strana Xwe Bêje’ bûn

Gulan Media January 19, 2011 Hunerî
Kurdên Sûriyê jî beşdarî ‘Strana Xwe Bêje’ bûn
Kurdên Sûriyeyê jî beşdarî pêşbirka stranan a bi navê “Strana Xwe Bêjê” ku ji hêla TRT 6 a girêdayî Saziya Radyo û Televîzyonên Tirkiyeyê ku bi kurdî weşanê dike, bûn.

Ji Sûriyeyê jî 4 kes beşdarî seridandinên Mêrdînê bûn û beşdarvanan hunera xwe nîşan dan.

Hê berê jî li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Riha, Wan û Diyarbekirê seridandin hatibûn kirin.

Di rojên pêş me de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, paytexta Almanyayê Berlînê û paytexta Swêdê Stocholmê dê seridandin bêne kirin.

Piştî seridandinan,15 fînalîstên ku herî baş kurdî distirin dê bêne bijartin.

(AKnews)
Top