• Saturday, 18 May 2024
logo

Tîrêj Urmiye albuma Lorîcan derxist

Gulan Media January 16, 2011 Hunerî
Tîrêj Urmiye albuma Lorîcan derxist
Piştî 2 salan bi kar û xebateke yekcar zor û zehmet berhema (LORÎCAN) bi dawî hat.

(LORÎCAN) ji 12 stiranan pêktê, 10 stiran bi zaravê kurmancî , û 2 stiran bi zaravê soranî ne.

Naveroka berhemê (LORÎCAN): evîn,azadî,mirovahî,jiyan,aşitî,Netewiyet,dilsozî,fedakarî û vejîna soz û ehd û peymanane

Navê stirananên berhemê (LORÎCAN)eve ne:

(1.Rinda min…..........ji peyvên Tirêj Urmiye………ji awazên Tirêj Urmiye)
(2.Erşî evîn……........ji peyvên şalaw nesîredîn……ji awazên Tirêj Urmiye)
(3.Lorîcan……...…...ji peyvên Tirêj Urmiye………ji awazên Tirêj Urmiye)
(4.Ger te dizanî…….ji peyvên şeban silêman, Tirêj Urmiye….ji awazên Tirêj Urmiye)
(5.Urmiye………..…ji peyvên Tirêj Urmiye……....ji awazên Tirêj Urmiye)
(6.Gulê…………..…ji peyvên Tirêj Urmiye………ji awazên Tirêj Urmiye)
(7.War û welat……..ji peyvên Tirêj Urmiye………ji awazên Tirêj Urmiye)
(8.Amed,diyarbekir..ji peyvên Tirêj Urmiye…........ji awazên Tirêj Urmiye)
(9.Heskîf,hasankêf...ji peyvên Tirêj Urmiye………ji awazên Tirêj Urmiye)
(10.Buhare………...ji peyvên Tirêj Urmiye……….ji awazên Tirêj Urmiye)
(11.Tu rojî…………ji peyvên Tirêj Urmiye……….ji awazên Tirêj Urmiye)
(12.lê man gerrên….ji peyvên Tirêj Urmiye……….ji awazên Tirêj Urmiye)

Ev berheme li welatê tirkiye hatiye tomarkirin beşek ji karê vî berhemî li almaniya û beşeke din li başûrê kurdistanê kar li ser hatiye kirinê.


Ev berhem roja (04.01.2011)li başûrê kurdistanê bi rêka kompanî ya (ART COLORS)tê belavkirin.

Li bakurê kurdistan û li welatê tirkiyê bi rêka (kom mûzîk vê were belavkirin.

Li başûrê roj avayê kurdistanê û li welatê suriyê vê bi rêya kompaniya (rawî)bê belavkirin.

Hejiyê gotinê ye ku ev berheme vê li rojhilatê kurdistan,li welatê russya û li avrûpa jî vê bê belavkirin.

Stirana bi navê (Ger te dizanî)ya ji helbesta (Şeban silêman û Tîrêj Urmiye)(ji awaza hunermend Tirêj Urmiye) hatiye cilip kirin û li gel reklamê cd yê vê bê belavkirin.

Ev stiran bi derhênertiya kak( hozan mihemed )û kompaniya (BALBAZ)hatiye wênekirin.

Bi berdewamî her 3 mehan carekê vê stiranek ji berhemê (LORÎCAN) vê were cilîp kirin.

Bi giştî bo(tomarkirina muzîk û deng,mix,masterîng,cilîp,û çapa cd ya berhemê (LORÎCAN)bo başûrê kurdistanê nêzîkî (75,000) dolar pare hatine xerc kirin,

Bi hêviya ku hemî hejêkerên dengê min bi kirîna cd ya (ORJÎNAL) destek û alîkarê min bin ta ku ez bikarbim baştir û bi rêk û pêktir xizmeta wan bikim,ta ku bikaribim bê derengî di xizmeta gel û ax û welat û mirowahiyê da berhem û pirojeyên xwe pêş kêş bikim.
bila her dilsoz û hunerdosteke kurd bizane ku ev dû sale ez zehmetê bi vî berhemî we dibim,
bi hemî bê derfedî yan,bi hemî zorî û zehmetiyan min ev berhem çêkiriye,
(LORÎCAN) ne tenê encama ked û zehmeta mine belku sed kesên din weke(muzîkjen û mamosta û hunermendên din zehmet pê we birine ta ku bi vî şêweyê niha hatiye çêkirinê,
ez hêvîdarim ku weke rêz û hurmetek bo muzîk û stirana kurdî berhemê min nehête kopî kirin.ger hun dixwezin stiranbêjên kurd pêş bikevin,ger hun dixwezin stiranbêjên kurd serkewtî bin,ger hun dixwezin stiranbêjên kurd di meydana hunerî da temsîla kurd u kurdistanê bikin,ger hun dixwezin stiranbêjên kurd li ba stiranbêjên tirk u ereb u fars u biyanî kêm nebin,kêm neînin bi kirîna cd ya (ORJÎNAL) destek û alîkarê vî bin,

Sipas bo wan kesên ku destek û alîkarê min bune ,sipas bo wan hevalên ku di warê desteka madî da alîkarê min bûne,ger ev neban ev berhem ne dihate çêkirin,sipas bo rêweberiya rewşenbîrî li bajarê duhokê.sipas bo kak ferset mistefa.

Bila hemî hejêkerên min bizanin ku ez ne ev çiya me ku bi her erd hejekê bihejim,
ez ne ev darim ku bi her bayekê pelgên xwe biwerînim.
ez ji bo we heme û ger hûn nebin hebûn û nebûna min bê wateye.
Min ji dîtin u nerîna xwe bê par nekin,çavê we maç dikim,bijî kurd û kurdistan.
her bijîn û her hebin,her serkewtî bin
Tîrêj Urmiye
Top