• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlma ‘Derdê Bêderman’ li Çiyayê Cûdî tê kişandin

Gulan Media January 14, 2011 Hunerî
Fîlma ‘Derdê Bêderman’ li Çiyayê Cûdî tê kişandin
Li Tirkiyeyê bajarê Şirnexê, ciwanên bajêrê li qontara Çiyayê Cûdî, dest bi kişandina fîlma “Derdê Bêderman” kirin. Di fîlmê de, evîn û bêkarî tê vegotin.


Mesut û Mehmet Bilişik, ku birayên hev in, sala 2008ê, bi kişandina fîlma bi navê “Li Rojhilat Jiyanek Biêş” dest bi karê hunerî kiribûn.

Fîlma nû ya birayên Bilişik, kişandina çîroka evînekê ye ku ji ber zilma kurê axayekî nekarîne bigihên hev. Mesud dibêje, cihê herî baş ji bo kişandina “Derdê Bêderman”, Çiyayê Cûdî ye.

Bilişik, piştî wergirtina destûrên pêwîst, di qontara Çîyayê Cûdî de, ku dengê helikopterê qet jê kêm nabe û car caran jî dengê top û çekan jî tê, dest bi kişandina fîlmê kir.

Her du birayan, bêyî ku tu alîkariyek madî ji saziyekê wergirin, bi alîkariya hevalên xwe, dest bi kişandina fîlmê kirin. Kamerayên ku di kişandina fîlmê de pêwîst bûn, ji aliyê rojnamevanan ve hatin dabînkirin.

Bilişik, diyar kir ku wan bi îmkanên xwe fîlmê dikşînin û got, “Li Şirnexê, salona sînemayê nîne. Lê me xwest em bi vî karê xwe riya hunerê nîşanî ciwanan bikin. Em dixwazin fîlmekî baştir bikşînin, lê îmkanên me kêm in. Di fîlmê de, 70 kes rol digirin, lê niha li gel min, 15 kes amade ne. Em li gorî her sahneyê, gazî hevalan dikin. Hevalên me, ji dil rola xwe dilîzin.”

AKnews)
Top