• Saturday, 18 May 2024
logo

Komediyenekî Kurd, Swêdiyan ziko pişto dike

Gulan Media January 12, 2011 Hunerî
Komediyenekî Kurd, Swêdiyan ziko pişto dike
Li gor Kadir Meral ê ku stand up ê dike, barê jiyanê gelekî giran e. Stresa jiyanê zêde ye. Mirov dixwazin roja xwe ya ku giran derbas bûye bi henekan sivik bikin. Ji bo ku li ser piyan bimînin, ji bo ku nemirin, henekan dikin. Di nav ewqas problem de divê mirov bîna xwe bidin û riyê bînfirehkirinê bibînin. Yek ji van pencereyê bînfirehiyê jî komêdî ye. Û wî bi vê mebestê ji 2005 an ve bi awayekî profesyonelî dest bi karê stand up ê kiriye.

Meral dibêje ku wî gelek lêkolîn li ser neteweyên bindest kiriye ku çiqasî henek di nav wan de zêde ye. Mînaka Cihuyan dide û dibêje: “Cihuyan li kampên mirinê rojên xwe bi henekan derbas dikir. Kî bîra vê rastiyê dibe ku di nava wê dijwariyê de, di nava wê mirinê de henekan bikin. Ew dikirin trênan de ku bibin bişewitînin, lê wan di trênan de jî henek dikirin heya digihiştin ber deriyê mirinê. Kurd jî wiha ne, jiyana xwe ya xedar, bindestiya dijwar bi henekan sivik dikin."

Lê Kadir Meral piştî sekna çend saniya gotinê didomîne û dibêje: "Lê helbet armanca komediyê ne tenê ken e. Çawa ku mirovan dikenîne divê wan bide fikirandin jî. Çawa ku kitêbek, filmek, tabloyek, siyasetmedarek û buyerek din mirovan dide fikirandin, divê komêdyen jî pirsan di serê mirovan de çêbike û wan bide fikirandin."

Endamê klubeke stand up e
Kadir Meral ê 32 salî ku niha li Swêdê, li bajarê Goteborg mamostetiya matematîk û civaknasiyê dike û ji Bakurê Kurdistanê ye. Ew û malbata xwe di sala 1991’an de ji bajarê Mêrdînê derketine û koçberî Swêdê bûne. Meral hîna di biçukahiya xwe de, li dibistanê, di şanoyê de dilîze. Piştî ku baş zimanê swêdî fêr dibe, pêşî li Stockholmê li klubeyeke stand up ê dest bi derketina ser dikê dike. Helbet ne hesan e ku klubeyeke stand up ê endamên komêdyenan biecibîne. Ew ji wan re dibêje: ez dikarim vî karî bikim, ka ez ê herim ser dikê û hûn li min temaşe bikin. Dema diçe ser dike û dilîze, Swêdiyên wir hemî ziko pişto dibin ji kenan. Û Meral êdî wek komedyenekî dibe endamê klubeyê.

Me meraq kir û pirsî gelo dikare heneke xwe ya wê rojê niha ji me re jî bibêje? Ew dest bi heneka xwe dike: "Ez niha bi jineke swêdî re zewici me. Dema ku ez çûm cem bavê wê û min got ez dixwazim bi keça te re bizewicim, haya camêr ji çanda me û ya Rojhilata Navîn hebû, wî di cî de got ‘gelek baş e, lê here çil devehê barkirî ji min re bîne. Paşî ez ê keça xwe bidime te.’ Ez jî fikirîm û min got: eeew mala te neava. Ma çil deve ji bo çêlekekê? "

Em ji Meral dipirsin ka gelo temaşevanên wî kîjan derdor in, bêhtir kî ji henekên wî hez dikin. Ew dibêje: "Kesên xwendevan, yên entelektuel bêhtir tên temaşeyî min dikin. Ji ber ku henekên min li ser siyaset, jiyana civakî û rexneyên li ser polîtikayên şaş in, kesên rewşenbîr bêhtir guhdar dikin. Mînak, ez partiya Swerige Demokratan pir rexne dikim. Ev nîjadperestên swêdî ne. Ez kirin û rewşa wan datînim ber çavan. Ez hewl didim henekên erzan nekim, kêfa min nayê wan, ew hesanî ne. Ez dixwazim henekên ku bibe sedema fikirandina mirov bikim û heneka min xizmeta pêşketina însanan bike. Kesê ku ji cem min çû, dixwazim bifikire û here. "

Siyasmedarên Kurd ji henekan fam dikin?
Kadir Meral dibeje ku ew ji bo malbat û karê xwe nikare here cihê dûr, lê belê ew li bajarê xwe derdikeve ser dika klubeyên stand up ê. Lê gelek caran jî şîrketên taybet ji bo xebatkarên xwe şevan li dar dixin û bangî wî dikin ku lîstikên xwe pêşkêş bike. Ew bi swêdî lîstika xwe nîşan dide, sedema vê jî wiha diyar dike: "Demên pêş min bi kurdî lîstikên xwe pêşkêş kirin. Ji her çar beşên welat kes hatibûn. Ji derveyî Mêrdîniyan kesekî henekên min fam nekirin. Baweriya min li min şikest ku ez bi kurdî bikim, lewra min fam kir ku zimanê min têra hemî beşan nake. Lê ev pênc sal in ku ez ji bo Swêdiyan henekan dikim. Ez êdî dixwazim ji bo Kurdan bikim, ez niha hewl didim zimanê xwe dewlemendtir bikim ku bikarim xîtabî her Kurdî bikim. Mînak ez gelekî dixwazim rojekê li Amedê, ji siyasetvanên Kurd re, ji endamên partiya me re, ji hemî kesên civakê re lîstikên xwe pêşkêş bikim. Lê tirseke min heye, difikirim gelo ew ê ji rexneyên min aciz bibin? Lewra tevî ku ez gelek ji siyasetmedarên Kurd û serokên wan hez dikim, eger ez rexne jî nekim wê her tişt bê tam be."

Filistîniyan ew tehdît kirin
Meral qala rewşa çanda Rojhilata Navîn dike û dibêje: "Rexne li Rojhilata Navîn zehmet e û dikare encamên xirab bi xwe re bîne." Ew Rojekê ji bo stand up ê diçe nav Filistîniyan. Piştî ew ji ser dikê dadikeve hinek Filistînî tên pêşiyê û dibêjinê, divê tu hew vê henekê bikî. Heneka wî ya ku Filîstînî jê aciz bûne wiha ye: "Ez li vir çûm ku bibim endamê partiyeke swêdî. Wan wek xelat çinqaleyekî kilitan dane min. Min got ‘xwedê we nehêle hûn çi qesîs in. Ka ji xwe re li Hamasê binêrin, dema mirov dibe endamê wan xelata pêşî kîloyek dînamît didin mirov.’ Kadir Meral ê komedyen dibêje: "Ez mecbûr im rastiyan bibêjim. Lê ez heqaretê li şexsan, an li çandan nakim. Lê ez wê azadiyê bi xwe re dibînim ku dîn, dîndaran, siyasetmedaran, heta kesên mirî rexne bikim. Lê rûmeta yekî ji van binpê nakim, ev hem ahlak, hem jî qanûna me ye."

Magnus Betner ji wî re mînak e...
Komedyenê ku herî zêde bandora xwe li ser Meral kiriye Magnus Betner ê swêdî ye ku ew bi xwe jî rexneyê li ser siyasetmedaran tîne. Meral dibêje ku eger nêzî hunera Betner bibim, wê baskên min ji kêfan bifirin.

Em ji Meral dipirsin bê çavkaniya hunera wî çi ye, ew henekên xwe li ser çi ava dike. Em dizanin ku ew di heman demê de ji bo lihevkirina biyanî û civaka swêdiyan kar dike û ev kar jî ji bo hunera wî çavkaniyek e. Meral hemî kar û xebatên xwe wek çavkanî ji hunera xwe re dibîne. Lê dibêje: "Esas malbata min çavkaniya herî mezin e. Ez hîn jî ji dîmen û bîranînên zarokatiya xwe xwedî dibim. Malbata min hemî henekoyî ne. Lê rehmetiyê kalikê min di nav civata xwe de, bi destan, bi çîrok û henekên xwe navdar bû. Ew yekî gotin sivik bû, zû gotin bi buyeran ve digihand. Ew eqilmendek bû. Cîran û gundiyên min jî ji henekan hez dikirin. Ez di nav atmosfer û kultureke têr henek de gihiştim." (Rojnama Rudaw)
Top