• Thursday, 23 May 2024
logo

Hunermendekî Kurd li Îsraîlê koça dawî kir

Gulan Media January 11, 2011 Hunerî
Hunermendekî Kurd li Îsraîlê koça dawî kir
Hunermendê biwarê şano yê Îsraîlî bi regez Kurd Beros Yusifyan di temenê 70 salî de li Îsraîlî koça dawî kir.

Di vê darbarê de Romannivîsê Filistînî Dinya Selîm bi telefonê agahî dan rojnameya Aso û got: ‘’Dûşemba borî (03.01.2011) hunermendê Kurd ê Îsraîlî Beros Yusifyan di temenê 70 salî de çû ser dilovaniya xwe.’’

Beros, di nav Îsraîlîyan de wiha dihat naskirin ku kesekî vekirî bû û bi rêya huner hewl bo bihevre jiyana aştiyane ya navbera Ereb û Îsraîl dida.

Beros Yusifyan, hunermendekî Cihû yê Kurd e, di sala 1941ê de li Kurdistanê ji dayik bûye û sala 105an ligel malbata xwe çûne Îsraîl. Yekem karê hunerî jî di sala 1964an de dest pê kiriye û di piraniya wan karên hunerî ku di televizyonên Îsraîl de hatine pêşandan rolê serekî dîtiye.
Aso/Rudaw
Top