• Saturday, 18 May 2024
logo

Beren û Belçîm di fîlma derhênerê Kurd de cih digirin

Gulan Media January 5, 2011 Hunerî
Beren û Belçîm di fîlma derhênerê Kurd de cih digirin
Aktera rêzefilma “Fatmagül’ün Suçu Ne?” (Tawanê Fatmagul Çiye?) Beren Saat û hevala herî nêzîkê wê Belçîm Erdogan, wê di filma derhênerê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Bahman Ghobadî ku li Tirkiyê bê kişan de cih bigirin.

Beren Saat û Belçîm Erdogan wê di filma derhênerê navdar ê Kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Bahman Ghobadî de cih bigrin. Tê texmînkirin ku kişandina wê filmî Sibata îsal li Tirkiyê bê dest pê kirin. Herdû hevalên nêzîkî hev wê cara dûwem bi hev re di heman projeyê de cih bigrin.

Di vê derbarê de Beren Saat ragehand ku dê kişandina film di Sibata îsal de dest pê bike û got: “Kêfa min gelekî ji çîroka wî fîlmî re hat.” Mijara wî filmî jî kesekî navdar ê Îranê dikeve zîndanê û jê derdikeve, senaryoya jiyana wî û malbata kesê navdar ji aliyê Ghobadî ve hatiye nivîsandin.’’

Di van rojên dawî de Saat û Erdogan hertim tên gel hev û li ser seneryoyê dixebitin. Listikvanên ku ji sedî sed dê di wî filmî de rol werbigrin û erkê wan hatiye diyarkirin, aktora rêzefilma “Hanımın Çiftliği” (Çiftlika Xanimê) Caner Cindoruk jî tê dîtin. Cindoruk wê di film de rolê ciwantî yê akterê serekî bileyize. Herwiha ji bo wî filmê Ghobadî pêşniyar ji akterê rêzefilma Ezel, Kenan İmirzalioğlu û manken Tuba Buyukustun re jî biriye. Kenan Îmirzalioğlu bi awayekî germ temaşeyî wê pêşniyarê kiriye.

Belçîm Bilgin neviya Şêx Seîdê Pîrane. Di 31ê Çileya 1983an de li Enqere ji dayîk bûye. Lîstikvana sînema û rêzefilma ne. Di sala 2006an de li gel Yilmaz Erdogan zewiciye. Belçîm di filma derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Hiner Saleem yê bi navê “Sifir Kîlometre” de wek aktora serekî rol dîtiye.

Beren Saat jî 26ê Sibata 1984an ji dayik bûye û lîstikvana sînema û rêzefilmane. Saat di gelek fîlmên sînema û rêzefilman de rol wergirtiye û niha aktora serekî ya rêzefilma Fatmagülün Sucu Ne? ye. Wek aktora serekî, cara yekem di rêzefilma Aşka Sürgün (Dersinûrkirina Ber bi Evînê ve) de li gel Mahsun Kirmizigul cih girtiye.

(Rudaw)
Top