• Saturday, 18 May 2024
logo

Fîlmekî Holandî bi navê “Kîne Em” derbarê kurdan hat berhemhênan

Gulan Media January 4, 2011 Hunerî
Fîlmekî Holandî bi navê “Kîne Em” derbarê kurdan hat berhemhênan
Piştî çend mehan ji wênegirtin û montajê, karên belgefîlmê “Kîne Em” yê nivîskar û derhênerê navdarê Holandayê Susan Cornalain Slaeprp bi dawî hatin.

Îbrahîm Hemesaîd ku yek ji Enstîtyûta Kurd li Holandayê ye derbarê belgefîlmê Kîne Em ji malpera AKnewsê re gotiye, “Ev fîlm yek ji fîlmên herî baş û dîkomêntariye li ser dîrok, şoreş û êş û azarên kurdan ku bi awayekî huneriyê profîşînal hatiye berhemhênan.”

Belgefîlmê Kîne Em ku hejmarek nivîskar û lêkoler tê de beşdar in, rûyê rast yê dîroka kurdan û şoreşên wan nîşan dide û di heman demê de hunermendê navdarê kurd Şivan Perwer jî bi çend stranên balkêş beşdarî fîlmê kiriye.

Biryare di dawiya vê heftiyê belgefîlmê Kîne Em li paytexta Holandayê Amsterdam bi hevkariya Enstîtyûta Kurd li Holandayê û bi amadebûna gelek mêvanan bê pêşandan.

Derhênerê belgefîlmê dibêje, “Miletê kurd yek ji miletên bindestê dinyayê ye ku mafê wî hatiye binpêkirin, pêwîst e di warê dîrokî û hunerî de xebatek bê meşandin daku ew dîroka wek xwe bê pêşandan bi taybet ew milet xwedanê kultûr û nerîtên taybet in.”
Top