Xêro Ebbas: Afîşên Îbrahîm Tatlises li başûrê Kurdistanê bi min zor tê
Xêro Ebbas ko li tevli Konferansa çand, huner û wêjeya kurd bû û di heqê hunera xwe, konserên li bajarên kurdan ên li bakurê Kurdistanê û li başûrê Kurdistanê pêk tên de, ji Aknewsê re axivî.
— Te kengê dest bi stranbêjiyê kir?
Xêro Ebas: — Gelek hunermend di hevpeyvînên xwe de dibêjin wan ji zaroktiyê dest hunerê kiriye û heta îro aniye. Lê yê min ne wilo bû. Erê di zaroktiyê de min distrand, kêfa min ji sitranan re dihat. Lê piştî ko ez di 1986-an de çûme Ewropayê, min dest bi sitranbêjiyê kir.
— Bi zanebûn te dest pê kir an hema tesadûfî çêbû?
Xêro Ebas: — Şahiyek hebû. Hevalan bi zorê bi min sitranek, du sitran dan gotin. Min bi sitraneke klasîk dest bi muzîkê kir. Sitrana ko pêşî min got sitrana klasîk “Xezal Xezal” bû. Sitranbêjiya min hate ecibandin û min êdî dest bi hunerê kir.
— Piştî vê şahiyê te bawer kir ko dê bibî stranbêjekî baş?
Xêro Ebas: — Nexêr, ez bi tirs bûm. Min li hunerê dimeyzand, berpirsyariyeke mezin bû. Diviya hunermend musîkî bixwîne, li estrûmanek bixe, gereke nota zanibe, gereke dengê wî xweş be, gereke şair be, binivîse. Erê ev di tu miletan de nîn e, lê min digot hunermendî wilo ye.
— Şêwaza sitranbêjiya te naşibe sitranbêjên heyî. Dema mirov li muzîka te guhdar dike, hinekî deşarj dibe, hestekî pozîtîf çêdike. Te ev şêwaz çawa peyda kir?
Xêro Ebas: — Berê me li terz û şêwazan nebû. Berê me li Mihemed Arifê Cizrewî, Kawîs Axa, Mihemed Şêxo, Seîd Axa, Seîd Gebarî, Seîd Yusif, Aramê Tîgran bû. Min bi sitrana “Xezal Xezal” dest pê kir, lê min mêyzand ev zehmet e. Çimkî ez li Ewropayê bûm, ev terz, sitîl nedibû. Fikirîm, min got, divê ez sitîlek ji xwe re çêbikim. Din ava vê dudanê de, ez mame heyirî. Min got ez ê tiştekî çêbikim, divê kurdî be, sitîla ewropî jî divê tê de hebe, ew ruhê me yê kurdî jî divê hebe. Min mêyzand gelê me li Ewropayê zêde dibe, bi pêş dikeve, piştî merheleyekî min ji xwe re ev sitîl peyda kir.
— Dema bûyî stranbêj, malbat û derdorê bi çaveke çawa li te nihêrtin?
Xêro Ebas: — Ji aliyê malbatê ve em li Suriyê malbata herî mezin bûn. Ez ji Mala Ebîs im. Bi giştî 27 gundên me hebûn. Ji ber vê yekê sitranbêjî di nava me de şerm bû. Heta niha jî wisa ye. Ji ber ko sitranbêjî dikim, hin kesên ji wê herêmê hêj dibêjin “Xêro ji mala Ebîs bû lê niha bûye mitirb”. Hunermendî di nava gelek malbatan de hê jî weke mitirbî tê dîtin. Kesên paşketî, wisa difikirin. Lê divê ez rastiyek bêjim, birayê min ê mezin ji bo bibim hunermend piştgiriyeke pir mezin da min. Ji min re got “guh nede tu kesî, sitranbêjiyê bidomîne”.
— Dema mirov rewşa aborî ya hunermendên kurd û yên cîhanê bide ber hev, dikarî çi bêjî?
Xêro Ebas: — Em bi xwe nikarin xwe bi cîhanê re muqayese bikin. Îro ew xwedî dezgeh in. Ji amerîkî û ewropiyan bigir heta ereban, ew xwedî welat in, xwedî dewlet in. Miletê wan piştgirî dide wan. Tu problemên wan nîn e. Bindestî, kuştin, qetlîam û îstîxbarat di jiyana wan de tune ye. Leşkerên tu welatî navêjin ser gundên wan. Ew hunera xwe çêdikin. Hunera kêfê çêdikin. Tu problema wan a fînanseyê tune ye. Yê me kurdan ne wisa ye.
— Yê kurdan çawa ye?
Xêro Ebas: — Kesê ko kar bike, divê bi partiyekî re kar bike. Hêj di navbera me kurdan de ew demokrasiya ko partî hev fêm bikin, destê hev bigrin çênebûye. Divê tu bibî terefê partiyekî. Ko tu terefê partiyekî bî, dê alîkariya te bikin, ko tu alîgir nebî, tu bê pişt dimînî.
— Bê dewletbûn li ser kurdan kartêkirineke çawa dike?
Xêro Ebas: — Dewlet edresa hunermend e. Bê dewlet hunermend bê edres e. Hunermendê kurd edresa cihê wî nîn e. Edresên wan partî ne. PDK, YNK, PKK ye. Her yek aliyek e. Ji wê riyê pê ve, tu riyeke din tune ye. Hunermendên ko hinekî bi Helepçe, Enfalê, şerê birakujiyê, feqîrî, belengazî, pêşmerga difikirî, di rewşeke pir teng de ne.
— Weke hunermendek xeyala te ya herî mezin çi ye?
Xêro Ebas: — Xeyala min a herî mezin e çêbûne yekîtiya kurdan e. Dixwazim hunermend bibe milkê hemû kurdan û hemû perçeyan. Em jî bibin qada neteweyî ya mezin ko sitranên me bikevin qada cîhanê. Niha ereb piştgiriya hunermendan dikin û distînin. Niha Herêma Federal a Kurdistanê çêbûye, divê hikûmet piştgirî bide hunermendan. Lê mixabin em dibînin ko hikûmeta Herêma Kurdistanê qedr û qîmetê nade hunermendên kurd, zêdetir qedr û qîmet didin hunermendên ereb.
— Dixwazî li Herêma Federal a Kurdistanê konser bidî?
Xêro Ebas: — Ez her tim difikirim li wir konser bidim. Min ji gelek kesî daxwaz kir, lê hêj tu bersivek ji min re nehatiye. Kesên ko diçin bi têkiliyan diçin konser didin. Sîstemeke rûniştî tune ye. Hemû tişt bi riya têkiliyan dimeşe. Dixwazim her tiştên wan resmî be û ev têkilî bi resmiyetê bên meşandin. Îro li Bakurê Kurdistanê her meh tiştekî çêdibe, festîval û konser çêdibin.
— Bakur di vî warî de ji Başûr çêtir e?
Xêro Ebas: — Belê. Helbet çêtir e. Digel ko Bakur ne dewlet e jî organîzasyonên pir baş li vir tên çêkirin. Ma kurdên me yên Diyarbekirê berê dizanibûn li çepikan bixin? Nexêr, nedizanîn. Lê bi festîval, konseran hîn bûn li çepikan bixin, xwe di konseran de metroyek hiltavêjin. Ev bi zanebûna siyasetmedarên ko van tiştan bi rê ve dibin, çêdibe. Dewleteke wek Tirkiyeyê li dora wan e, zilm li wan dike, esker li dora wan e lê digel vê yekê jî bi dehan festîval têne çêkirin û kurd li vir konseran li dar dixin.
— Dixwazî li Başûr xebatên çawa bên çêkirin?
Xêro Ebas: — Beriya her tiştî ez dixwazim rexneyekê bikim. Îro li hemû Herêma Federal a Kurdistanê afîşên Îbrahîm Tatlises hatine daliqandin. Reklama wî tê kirin. Ew bi tirkî dibêje, ez bi kurdî dibêjim. Lê afîşên wî hene, yên hunermendên kurd nîn in. Ev yek pir diçe zora min. Tatlises kete wê derê, jê re çêkirin jî. Yên ko jê re çêkirin jî dizanim. Ew Îbrahîm Tatlisesê ko te ew anî, got “Bayreqa tirkan deyne pişt min” û daxuyanî da. Te çiqas lê serf kir?
XÊRO EBBAS / PORTRE
Di sala 1962-an de, li gundê Digirê ya Aşîtya Binxetê hate dinyayê. Heta pola 9-an xwend, piştre dev ji dibistanê berda. Di 1986-an de derbasî Ewropayê bû. Xêro Ebbas ko heta niha 5 albûm çêkirine, li gelek bajarên kurdan ên Tirkiyeyê tevli konser û konferansan bûye.
(AKnews)