• Friday, 24 May 2024
logo

Baştirîn filmê deh salên dawî ‘Bawke’

Gulan Media December 22, 2010 Hunerî
Baştirîn filmê deh salên dawî ‘Bawke’
Filmê derhênerê Kurd Hisham Zaman ê bi navê ‘Bawke’, li Norwêcê di nava 2 hezar filman bû baştirîn filmê van 10 salên dawî. Film çîroka bav û kurekî li ser sînor vedibêje û bale dikişîne ser pirsgirêkên penaberiyê

Li Norwecê ji aliyê kovara sînemayê Rushprint lêkolineke hatibû çêkirin. Di salên 2000 û 2010’an de,di nav 2 hezar fîlman de fîlmê herî baş yê dehan hat pejirandin. Fîlmê di listeya dehan a Norwecê de, fîlmê ‘Bawke’ yê Hisham Zaman yekemîn hate pêjirandin. Fîlmê duyemîn jî yê Ole Giaeverê ‘Tommy’. Sêyemîn jî yê Charlotte Blom ’Koskos’hate pêjirandin. Di pêşbirkê de,Torill Kove ku di sala 2006’an de xelat Oscarê wergirtibû. Bi fîlmê’Helbestvanê Danîmarkî’ û Bobbie Peers ku xelata‘Grullpalme’wergirtibû. Bi fîlmê’Sniffer’jî ku ketibûn listeyê lê dîsa jî li dawî man. Xelat,li Osloyê bi merasimeke dan xwediyê wan. Di şevê de derhênerê kurd Hisham Zaman axaftineke kir, Zaman diyar kir ku, ev xelat ji bo min gelek girîng e. Fîlmê ‘Bawke’di jiyana min de ciheke girîng digre.

ÇÎROKA PÊNABERAN VEDIBÊJE

Fîlmê ‘Bawke’yekemîn fîlmê derhênerê kurd yê Hisham Zaman ku di sala 2005’an de li Norwecê kişandibû. Fîlm heta îro beşdarî 50 mîhrîcanên fîlmên nawnetewî bûye. Zêdetirê 40 xelatan jî wergirtiye. Di heman demê de di cihanê de rekor şkand.

Fîlm bi navê ‘Bawke’ku ji 15 deqeyan pêk tê, çîroka bavekî kurd û lawe wî yê li sirgunê ye vedibêje. Derhêner,çîroka mirovan ya di navbera sinoran de maye aniye ser ziman. Di heman demê de derhêner bi vê fîlmê balê dikşîne ser trajediyeke li sirgunê. Bav ji aliyê polisan dixwazin wî bişînin ku welatê jê hatiye. Lawê wî li Osloyê dihêlin. Fîlm, di nav nezanbûyinê de bi dawî dibe.

Ole Giaeverê ku di nav derhênerên ciwanên yê herî başê swedê de cih digre. Bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Tommy’ku ji 12 deqan pêk tê. Di fîlm de behsa çiroka du hevalên ku di navbera çiya de jiyana xwe didominin vedîbeje. Di fîlm de balê dikşine ser’Hevaltiyê’,di heman demê de jî rexne li pergela kapitalizmê dike. Di sala 2006’an de jî ku di mîhrîcana fîlmên kursiya zêr a Grimstadê xelata’Fîlmê kurt heri baş Nordicê’ girtîbû. Derhêner Charlotte Blom bi fîlmê bi navê’Kolos’ji behsa çirokan du evindaran dike.

DI NAV 2 HEZAR FÎLMAN DE YEKEMÎN KÊFXWEŞÎ YE

Derhênerê kurd Hisham Zaman, niha jî li ser çîrokeke sirgunêyî dixebite. Fîlm bi navê ‘Soran Way’(Rêwitiya Soranê) ku ji başurê Kurdistanê dest pê dike. Di fîlm de rewîtiya civanekî kurd ji Kurdistanê ber bi Ewropayê vedîbêje.

Derhênerê Hisham Zaman, ji bo xelatê jî wiha axivî; “Ji bo min ev xelat pir girîng e. Di nav 2 hezar fîlman de, fîlmê min bû yekemîn ev kêfxweşiyek e. Bawke fîlmê min ê yekemîn e. Bi vê fîlmê gelek tiştan hîn bûm. Ji ber wî jî cihê vê fîlmê di jiyana min de pir giring e.

Derhênerê kurd Hisham Zaman beriya ku vê fîlmê nekşine. Bi gelek pênaberên kurd re axivi. Zaman wiha berdewam kir; “ Ez bi pênaberan re axivim û bi wan re demek direj mam. Pişti wan hemû tiştan senaryoyeke wiha derket holê. Tenê çirokeke kesekî tune ye. Bi dehan çirokên pênaberên kurd hene. Armanca min ew e ku, pergalên dewletan li dijî penaberan û bêçareseriya pênaberan li dijî wan pêrgalan binim ser ziman. Fîlm heta niha beşdari bi dehan mihricanên navnetewî bûye. Li cihanê bi giştî 40 xelata wergirtiye. Herî dawî jî li Norwecê xelata filmên herî baş yê dehsalan girt. Ev jî,ji bo min kêfxweşî û dilşadiyeke ye.” (ANF)
Top