• Monday, 22 July 2024
logo

Şanogeriya Bajarê Aştiyê li Londonê hat pêşandan

Gulan Media December 20, 2010 Hunerî
Şanogeriya Bajarê Aştiyê li Londonê hat pêşandan
Li Londona paytexta Îngilîstanê, şanogeriya ya kurdî hat nîşandan.

Ev şanogerî ji nivîsîna Sîmîn Çayçî û derhênana Karzan Şêrebeyanî û berhema komek şanokarên kurd yên li Îngilîstanê ye.

Bajarê Aştiyê li pey vedîtina bajarekî digere ku pir be ji evînî, wefadriya li hember mirov û mirovatiyê, bi mercê ku mirov navenda evîniyê be û dûr be ji her şer û bêhêviyekê.

Derhêner Karzan Şêrebeyanî derbarê şanogeriyê ji AKnewsê re xuya kir ku şanogeriya wan ji bo welatiyên kurd yên li Îngilîstan û Kurdistanê û hezkirina ji bo şanoyê, hatiye berhemhênan.

Şêrebeyanî bal kişand ku dema şanogeriya Bajarê Aştiyê 20 deqeye û wiha domand, “Ev demeke em hewl didin şanogeriya xwe bînin ber çavên bînerên kurd û piştî gelek hewldan, me karî şanogeriya bi awayekî serkeftî li Lendonê pêşan bidin.”

Karzan Şêrebeyanî li sala 1960ê li navçeya Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hatiye dinê û bawernameya bakaloryosê di warê Medya û Fîlmsaziyê de ji zanîngeha Londonê wergirtiye, heta niha wek lîstikvan, derhêner û nivîsakr di gelek şanogerî, fîlm û belgefîlman de beşdar bûye.

(AKnews)
Top