• Saturday, 18 May 2024
logo

Çîroka "Husna Canê" çiye?

Gulan Media December 5, 2010 Hunerî
Çîroka
Em tev de strana bi nav Husna Canê dizanin, lê em Husnayê nasnakin. Keça kî ye, ji ku ye, egera mirina wê çi ye, ev stran çima ji bo cenabê wê hatiye afirandin û çend salî bûye? Mixabin em bersiva van pirsan û pirsên bi vî rengî nizanin. Ji ber vê ye ku em rabûn çûn cem birayê Husna yê bi nav ÎWÎ Momadî. Heja ÎWÎ ku li bajarê Wuppertalê yê Almanya cîwar e, bi dilgermî em malivandin û ji me re behsa Husna û çîroka wê kir.


ÎWÎ Momadî Harçke:
Em deh bira û xwişk in. Husna ji me tevan mezintir bû. Pê re Donê, Sawê, Zörê, Maraş, Qalender, Hemo, Fatê û yên din tên.

Navê dayika min Zebê û yê bavê min Momadî Harçke ye. Em ji Kureçikê, ji gundê Bakiron in (Bekiruşagi). Gundê me gundeke kurd û elewî ye.

Husna, di sala 1937'an de li gundê Bakiron ji dayik bû. Bi gor eded, rabûn û rûniştina kurdên elewî mezin bû. Rûyekî wê yê pir leylî û bedew hebû. Bejna wê di ser 1.75 de bû û ew keçikek pir dîmenwar, lihevhatî û tenik bû. Xwiça (xwişka mezin) min hê li jiyanê bû, xortan ji bo wê stran lêdikirin.

Gelek zêde xwazgîniyên wê hebûn. Bavê min ew bi nebiyê Bobê ku li gundê Pezikaşliyê cîwar bû re soz kiribû. Roja ku ew malbat bi mabesta xwestina wê hatin mala me, ÎWKÎ Kistikî jî bi komek nas û kûsên xwe ve hat. Sal 1956 bû. Bi wan re Hemî Tozê jî hebû. Hemî Tozê di nava kurdên li herêmê de giyandarekî fazîletdar (Ermiş) bû û ji ber vê hêla xwe hema jixweber her kesî jê dixwar ango jê ditirsiya. Li wir ÎWKÎ Kistikî got: "Ez Husnayê ji lawê xwe Emirxan re dixwazim."

Bavê min got: "Min soz daye Bobê" û bi vî awayî ew bersivand. Bobê jî bi tevî malbat û nasên xwe hatibû.

Hemî Tozê got: "Divê tu keçikê bidî lawê ÎWKÎî."

Kalikê min miribû, pîrika min bi yekî din re zewicîbû. Ew jî bi xwe re anîbûn. Wê, yanî pîrika min xwe avêt ser dest û lingên bavê min û got: "Va ye Hemî jî li vir e. Zarokê min çênabin. Heke tu keçikê bidî lawê ÎWKÎ Kistikî, wê bi alîkariya Hemî ango Hemo zarokek ji min re çêbe. Neke, berevajî wê ji zewaca mina nû zarok nebin para min." Bi vî awayî bavê min qanî kirin. Li ser vê pêkhatinê, Bobê bi hêrs rabû got: "We bûka min ji destê min stend. Ev ne karek edil e" û ji mal derçû.

6 mehên tije êşkence.

Husnayê bi bergerîn got: "Ez Emirxan nastînim, ew lawikek dînik e." Lê mixabin wê nekarî malbatê qanî bike. Piştî dewatê ew girtin birin gundê Kistikonê. Hê ku Husna nezewicîbû cahil û cihûlên gund ji bo cenabê wê sitran afirandibûn.

"Wan fîstonon la xa maka/Ba sar xa do mezi maka" bi vî awayî dikudiya sitrana navhatî...

Emirxan mirovek kumreş (hesûd) bûye. Ji bo Emirxan biqehirînin cahilên gund her ev stran awazandine û di her carî de Emirxan mîna kevirê ji kufkanikê bifilite a bi teher û tewreke wisa nebûyî bazdaye mal û li Husnayê xistiye. Ne yek ne dido ne sisê...

Wî çar meh her li Husnayê xistiye, ew di malê de zeftkiriye û ji daxwaza wê ya ji vegerîna malê yanî mala me re, nanakiriye. Bêguman haya me ji vê ne pakiya ku niha behsê dikim tune bû ta bi hatina wê re...

Rojekê Husna ji nişkave derket hat. Beshsa tiştên jiyayî ji me re kir. Em tev bi hev re, bi malbatî xwedî li Husnayê derketin. Pişt re, Emirxan bi siwarî hat ber deriyê me û bi qêr got: "Jina min bidin." Bavê min ew destvala vegerand.

Li pey vê, bavê Emirxan derket hat. Bi bavê min û Husnayê re axivî û wî wan qanî kir. Husna cardin çû cem Emirxan. Ew tedayî û lêdana Emirxan piştî çûyîna wê ya dawî jî her kudiya û vê jî têr kir ku Husna bi giranî nexweş bikeve. Husna hê bûka şeş mehan bû.

Daxwaza wê ya dawî:

Piştî ku bavê min bi nexweşiya wê hesiya, ew girt bir Elbistan û Meletiyê. Doxtoran nexweşiya wê peytandin ku "Menengiç" e. Keçik ji ber tedayî û miameleyên ne dilpak nexweş ket. Doxtoran ji nexweşiya wê re çare nedît. Husnayê piştî nexweşiya xwe hema bi sê mehan koça dawî kir.

Berî ku bimire bavê min ew anî mal. Digot: "Wa mi doya dinakî" (We min daye dînekî). Berî ku bimire, ji bavê min tika kir û got:

"Bi zorê tiştek nekin. Kur dibe, keç dibe, wan bide yê/ya ku ew dixwazin. Ev daxwaza wê ya dawî bû."

Husna Canê:
Wan fîstonon la xa maka
Ba sar xa do mezi maka
Emrê min î 15 solî
Da dû xa do tavo maka
Wara lê lê Husna Canê
Husna bûka Kistikanê
Dona Kistikon ba 6 momê
Wara lê lê dard girano
çi kiriye çi kiriye
Fîstonekî sur kiriye
Fîstonî te sarî te bixwa
Lowike xalke din kiriye
Kariyek pazî min la karte
Bêrîciye xa la hambar te
Ku dilî mariyon la hav du bû
Re û yolax bar vî hav te.j
***
Avestakurd

Tebinî: Orjiniya vê nivîsê tirkî ye û di hejmara meha rezberê ya rojnama Pazarcikê de çap bûye.
Wergera ji tirkî ji bo kurdî: Mîr Qasimlo / Diyarname
Top