• Friday, 19 April 2024
logo

Li Misirê bajarekî 3 hezar salî hat dîtin

Gulan Media April 11, 2021 Corane
Li Misirê bajarekî 3 hezar salî hat dîtin

Li Misirê şûnwarê bajarekê hat dîtin ku dîroka wî vedigere bo 3000 sal berî niha û li gor şûnwarnasan ew ji serdema hikûmeraniya Amênhotepê Sêyem maye.

Di nav bajar de gelek kelûpelên binirx û cer hatin dîtin. Herwiha nivîsek jî hatiye dîtin ku wê yekê diselmîne, dîroka bajar bo serdema Amênhotepê Sêyem vedigere.

Şûnwarnas dîtina wî bajarî wek yek ji destkeftên mezin binav dikin. Serokê Tîma Şênwarnasan Zahî Hewas dibêje, “Yek ji mezintirîn şûnwar û herêma pîşesazî ya serdema Împaratoriya Misirê bûye.”

Herwiha ew şûnwar, wek “Bajarê Zêr” Misirê tê binavkirinku dîroka wê digije 3 hezar salî berî niha.

Rudaw
Top