• Wednesday, 24 April 2024
logo

Pispor: Makyaja giran li jêr maskan dibe sedema nexweşiyan

Gulan Media February 22, 2021 Corane
Pispor: Makyaja giran li jêr maskan dibe sedema nexweşiyan
Pisporên ciwankariyê amaje dikin taybet piştî nexweşiya Koronayê maskên ku di jiyana mirovan de gelekî karîger bûne ji ber makyajên giran karîgeriya xwe ya parastina li hember vayrûsê pirranî ji dest dide û herwiha ji ber hilma germ jî li ser rûyê mirovan dibe sedema nexweşiyan. Ji loma hişyarî bo jinan tê dayîn ku li jêr maskan makyaja giran çênekin.

Vîrûsa Koronayê ligel gelek beşên jiyanê taybet di warê makyajê de jî karîgeriyên nerênî lî ser jiyana jinan kir. Pisporên ciwaniyê amaje dikin ji ber ku pirranî li jêr maskê dimîne divê jin êdî lêv û rûyê xwe zêde makyaj nekin ji ber ku makyajên giran ji ber hilma mirovan piştî demekê belavî nava maskê dibe û ev makyaj ligel hewaya germ li ser rûyê wan dibe sedema xwêhdane. Herwiha ev yek jî rê li ber çêbûna pirzik, egzama û nexweşiyên din yên çerm vedike.

Pispora Ciwankariyê Nazli Demîrkiran ji K24ê re got: "Gava ku em li jêr maskan makyajeke giran çêdikin, ev yek hem karîgeriya parastina maskan kêm dike, hem jî ziyanê digihîne rû û çermê me. Ji ber makyajê piştî kurte demekê mask qirêj dibin. Herwiha ew makyaja ku li nava maskan belav dibe taybetmendiya parastina maskê gelekî kêm dike. Li aliyê din henaseya germ ji ber ku bi asanî ji nava maskê dernakeve li ser rû dibe sedema xwêhdanê. Ev yek jî bi demê re dike ku li ser rûyê me pirzik çêbibin û nexweşiyên çerm jî li ser rûyê me peyda bibin.”

Piştî van hişyariyan pirraniya jinan jî çareseriyeke din peyda kirin û şûna hemû rûyê xwe, tenê çav û ew deverên ku derveyî maskê dimînin makyaj dikin.

Welatiyeke jin dibêje: “Ji ber ku ez di xebitim, her roj pêdiviya min bi makyajê çêdibe. Herwiha ji ber sedema nexweşiya Koronayê jî em neçarin bi mask bixebitin jî. Beriya demekê rojane 2-3 caran min maska xwe di guherand ji ber ku hemû makyaja min li nava maskê belav dibû û piştre jî wan boyaxan li ser lêv û rûyê min xêzên rengîn çêdikirin. Niha bi tenê çavên xwe û ew deverên li derveyî maskê makyaj dikim.”

Herwiha pispor amaje dikintaybet ji ber hilma germ makyaja zêde piştî demekê li nava maskê jî belav dibe û ev yek hem çavikên maskê yên bo çûnûhatina henaseyê digirin û hem jî bêyî hemdê xwe ev kes wan parçeyên biçûk yên boyaxê ligel henaseyê dikêşin cîgera xwe; ev yek jî hem bo rêgiriya li hember vayrûsa koronayê hem jî bo tendirûstiya laş arîşeyên metirsîdar ligel xwe peyda dike.

K24
Top