• Thursday, 18 July 2024
logo

Rekora cîhanê şikand xelata xwe jî pêşkêşî Kobanî kir

Gulan Media October 26, 2014 Corane
Rekora cîhanê şikand xelata xwe jî pêşkêşî Kobanî kir
Werzişvanê kurd ê bi navê Siyamend Rehman karî di rakirina giraniyê de rekora cîhanê bişkîne û medalyaya zêr bistîne. Siyamend xelata xwe pêşkêşî Kobanî kir.

Çend roj berê di hevrikiyên rakirina giraniyê yên para-asyayî de, ku li Koreya Başûr hat lidarxistin, werzişvanê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Siyamend Reman karî rekora cîhanê bişkîne.

Siyaemend Rehman ku kêmendam e, bi rakirina 292 kg rekora cîhanê şikandine û medalyaya zêr bidest xist û wek “bihêztirîn zilamê cîhanê” hat binavkirin.

Li gorî agahiyan, Reman di destpêka de 272 kg rakir paşê 287 kg, cara sêyem 290 kg û herî dawî jî 292 kg rakir ser milê xwe û rekora cîhanê ku di destê wî de bû, bişkîne.

Piştî ku Siyamend Rehman xelata xwe stand, got, ez xelata xwe pêşkêşî xelkê Kobanî dikim ku di rewşek xirab de ne û hêvîdar im rewşa bajarê wan baş bibe û bikarin cardin vegerin warê xwe.

Siyaemend Rehman sala 1988 li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û sala 2008an bûye endamê tîma millî ya rakirina giraniyê (halter) a Îranê.

Rudaw
Top