• Thursday, 18 July 2024
logo

Çima ava qeşayê li serê xwe dikin?

Gulan Media August 30, 2014 Corane
Çima ava qeşayê li serê xwe dikin?

Yên van rojan televîzyon û înternet şopandibin, bêguman rastî vê kampanyaya ecêb hatine. Kes û kom, di nav wan de sterkên fîlman, sporvan, stranbêj, siyasetmedar û karsazên navdar, dewlikên tijî ava qeşagirtî li serê xwe û li yên hev dikin. Yên ku ji bo kampanyayê tên pêşniyarkirin, divê di nava 24 seetan de ava qeşagirtî bi serê xwe dakin, an jî 100 Dolarî bibexşînin saziyeke xêrxwaziyê ya xebata li himberî nexweşiya ALSê.

ALS çi ye?
ALS (Amyotrofik lateral skleroz), nexweşiya motor-noronê ye. Di sîstema sînîran, movik û deriyê mejî de şaneyên sînîran yên motorî (noron) kêm dibin û zirarê dibînin. Nexweşî di rayên pî, dest an dev de dibe sedema mihandin û qelsiyê. Bi demê re, fonksiyonên axaftin û daqurtandinê zehmet dike û bêhnstandinê jî zehmet dike.
Bi gelemperî di 40-60 saliyê de însanan digire, zêdeyî jî mêran, bêhtirî jî yên qels. Rêjeya pêketinê; ji 100 hezaran 1 heya 2 kes. Nexweşên ALSê 3-5 salan jiyan dikin, lê yên zêdetir jî dijîn hene.

Cûreyên ALSê
ALSa malbatî ji sedemên genetîk (binemalî) tê. Ji sedî 5-10ê nexweşiyê ji ber vê sedemê ne. Rêjeya ALSa kêmdîtî ji sedî 90-95 e û ne ji sedemên malbatî pêk tê.

Sedemên erdnîgariyê
Li Pasîfîka Rojavayî madeyek bi navê “norooksît” bibû sedema nexweşiyê, ku ew ji şînayiya bi navê Cycadaceae dihat û tovên wê dixistin xwarinan. Li bakurê Amerîkayê sê sporvanên heman yaneyê, li başûrê Îngilistanê dîsa sê leyîstikvanên heval û li Frensayê mêrek û jina wî pê ketine. Ango kombînazyona faktorên binemalî û hawirdorî li ser pêketinê xwedî bandor in.

Nîşanên ALSê
Di ling, mil an dest de bi qelsbûna rayekî destpêdike. Bêhtirî gava mirov dimeşe an jî dibeze xwe nîşan dide û bi demê re qelsî zêde dibe. Eger ji dest destpêkiribe, mirov nikare binivîse, pê li bişkovekê jî bike, an derî veke. Bi demê re bandora xwe li ser axaftinê nîşan dide. Cûtin û lebata ziman zehmet dibe, heya ku mirov yekcar ji axaftinê dûr dibe. Bandor li hemû laş belav dibe, mirov ji lebatê dikeve, ji cihê xwe qet nikare rabe. Ji ber nikare bicûyê, di hewldana gepek xwarinê de xetereye xeniqandinê çêdibe.

Nexweşî li ser fonksiyona mejî, kesayet, hesta tamkirin, bêhnkirin û dîtinê bandorê nake. Lê eger nexweşî bi salan dom bike, hêza dîtinê dikeve û bi demê re di ûr û roviyan de pirsgirêk çêdibin, nexweş bêhnteng dibe û dikeve aloziyê. Testa misoger ya nasanê tine ne. Bijîşk li ser sînîr û rayan gellek testan dikin. Testek jê elektromîyografî (EMG) ye, ku ew çalakiyên elektrîkî yên rayan tomar dike. Testeke din NCV ye, ew jî leza ragihandina sînîran dipîvê

Tedawî
Tedawiyeke diyar tine ye. Bi navê Riluzole dermanek te bikaranîn. Ew zirara ku motor-noronan dîtî, hinekî kêm dike û nexweşan çendek mehen din di jiyanê de dihelê.

Rudaw
Top