• Thursday, 18 July 2024
logo

Şahciwana Kurdistanê bi projeyeke mezin tê

Şahciwana Kurdistanê bi projeyeke mezin tê
Duh (16.6.2014) di marasîmekî taybet de li Hotêla Dîvan Şahciwana Kurdistanê Şênê Ezîz wek yekem keça Kurd bo beşdarbûna pêşbirka Şahciwana Cîhanê hat destnîşan kirin.

Ew pêşbirka han biryare di heyva çireya pêşîn an ya paşîn de li Berîtaniya birêve biçe û şahciwana cîhanê were hilbijartin. Yekem Şahciwana Kurdistanê Şênê Ezîz jî beşdarî vê pêşbirkê dibe.

Şahciwana Kurdistanê li ser rûpela xwe ya tora civakî Facebookê nivîsiye ku ew mijûlî projeyekî mezine û ew jî beşdarbûna wê ye di pêşbirka Şahciwana Cîhanê ya sala 2014’an de bi navê Kurdistanê.

Şahciwana Kurdistanê Şênê Ezîz di peyama xwe de wiha dibêje: ‘‘Piştî westandineke berçav kêfxweş im ku wek Şahciwana Kurdistanê 2012-2013 dikarim beşdarî pêşbirka Şahciwana Cîhanê bibim.’‘

Basnews
Top