• Thursday, 18 July 2024
logo

Çîrokeke jiyanê ya mîna fîlman: Bi xeletî telefon kir lê evîna xwe dît!

Çîrokeke jiyanê ya mîna fîlman: Bi xeletî telefon kir lê evîna xwe dît!
Li bajarê Rihayê yê Bakûrê Kurdistanê, welatiyê bi navê Omer Çiftçî yê astengdar “bi xeletî” telefona keça bi navê Havva ya ji bajarê Gîresûnê yê Tirkiyê kiriye lê di navbera herduyan de bi saya wê xeletiyê evîndarî çêbûye û di dawiya de bi hev re zewicîne û niha 2 zarokên wan hene.

Omer Çiftçî dema ku hê 2 salî ye felç dibe û jiyana xwe bi alîkariya malbata xwe didomîne. Hevalên wî yeko yeko dizewicin, lê ew nikare bizewice.

Çiftçî dixwaze li hevalekî xwe bigere (telefona wî bike) û bi xeletî çend reqemên telefonê şaş lê dixe û bi xeletî li Havva ya (24 salî) ji Gîresûnê digere û eşqa xwe dibîne û jiyana wî diguhere.

Omer û Havva hevaltiya xwe ya li ser telefonê li ser înternetê jî didomînin û biryara zewacê didin. Ji ber ku malbata Havvayê ji bo zewacê destûrê nade, Havva ji mal direve û tê Rihayê û dizewicin.

Di encamê de malbata Havva Çiftçiyê jî vê rewşê qebûl dikin û îro du zarokên Omer û Havvayê hene.

- "Ez ê dîsa bêjim Omer"

Havva Çiftçiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku mêrê wê rojekê bi xeletî li wê geriyaye û hev nas kirine.

Havvayê diyar kir ku ji bo bi Omer re zewiciye bextewar e û wiha got: "Me ji hev hez kir. Di serî de malbata min riza neda, lê ez reviyam. Bêyî destûra malbata xwe ez derketim rê û çûm Rihayê. Piştî ku ji Gîresûnê derketim min peyam ji malbata xwe re şand. Paşê malbata min jî nerm bû û ji mêrê min hez dikin. Beriya zewacê me zehmetî kişand. Lê niha bextewar im. Cardin werim dinyayê ez ê dîsa bêjim Omer."

Havvayê destnîşan kir ku Omer astengdar e, lê ev ji bo min tu wextê nebûye pirsgirêk û wiha axivî: "Du zarokên me hene, ya keçik 5 salî ye, yê kurîn jî 1 salî ye. Em bextewar in. Derûdor carna ecêb dibînin, dibêjin astengdar e, tiştekî wî tuneye, lê ji bo min hebûna wî û eşqa wî bes e."

- "Bi naskirina Havvayê min ji jiyanê hez kir"

Omer Çiftçî jî destnîşan kir ku di zarokatî û ciwaniya xwe de zehmetiyên mezin kişandine û wiha peyivî: "Piştî ku min Havva nas kir, min got em bizewicin, min xwest biçim bixwazim, lê got malbata min dil nake. Ez jî rabûm min wesaîtek kirê kir û ez çûm Gîresûnê û Havva revand. Di serî de malbata wê dil nekir, lê paşê qane bû û hatin Rihayê. Malbatan hev naskirin û hînî hev bûn. Di navbera me de çûnûhatin heye, hînî çanda me bûn. Du zarokên me hene, ez bextewar im. Xwedê jê razî be, bi destê min digire. Bi naskirina Havvayê min ji heyatê hez kir."

Omer Çiftçî diyar kir ku bêkar e û ketiye Ezmûna Hilbijartina Personelên Giştî ya ji bo astengdaran û got ku ji bo bibe karmend, li benda kişandina pişkê ye.

Rudaw
Top