Thomas Friedman şîretan li xortên Kurdistanê dike
![Thomas Friedman şîretan li xortên Kurdistanê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/7657456.jpg )
Ev çend roj in li ser vexwendina Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê, Thomas Friedman mêvanê Herêma Kurdistanê ye. Friedman li zanîngehê gotarek pêşkêş kir û got: “Kurdistan xwedan jîngeheke balkêş û ciwan e, gelek salan gelê Kurd bo wê yekê şer kir daku di jêr roja welatê xwe de bijî, lewma pêwîste hûn û zarokên we çiya û newal û kaniyan biparêzin, ne tenê ji ber wê yekê ku ev tiştekî raste û pêwîste bê kirin, lê eger hûn wiha bikin dê ev jîngeh bibe çavkaniyeke baş a geştûgûzarê.”
Thomas Friedman wiha axifî: “Xweza çendîn xizmetguzariyên pêwîst wek ava zelal, paqijî, ax û hewaya paqij pêşkêş dike, ji hemûyan girîngtir jî Kurdistan nikare tenê pişta xwe bi kêlgehên petrolê girêde, hûn bextiyar in ku ev rêjeya petrolê li cem we heye û pêwiste hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn şêwaz sûdê jê werbigire, lê rojek dê were ew kêlgeh ziwa bibin, loma divê xelkê Kurdistanê agahdarê xwezayê bin û biparêzin.’‘
Friedman daxwaz kir ku xelkên Kurdistanê dahênanê bikin û wiha pêde çû: “Hewl bidin ku aboriya xwe bihêz bikin, bi awayekî ku çavkaniyên xwezayî nû bikin û hewl bidin her dem Kurdistan kesk û paqij be, ne tenê bo xweparastinê xelk tên Kurdistanê, lê tên ji bo ku hewayeke baqij bikşînin û karînên xwe bihêz bikin.”
Thomas Friedman yek ji rojnemavanên navdar ên cîhanê ye û kunciknivêsê rojnameya NewYork Times a Amerîkî ye.
Basnews