• Thursday, 18 July 2024
logo

Serokkomarê Îranê behsa darberûyên Kurdistanê dike

Serokkomarê Îranê behsa darberûyên Kurdistanê dike
Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di rûniştinekê de ligel berpirsên jîngeha Îranê behsa daristanên darberû yên Rojhilatê Kurdistanê kir û got: ‘’Pirsa daristanên Zagrosê yek ji meseleyên me yên girîng e.’‘

Di wê rûniştina doh de, Rûhanî wiha axifî: ‘’Daristan ji bo jiyana me girîng in, daristanên Zagrosê jî ku mezintirîn daristanên me ne mixabin hindik maye ji nav biçin. Di serdaneke taybet de me serdana daristanên Zagrosê kir, Wezîrê Kiştûkalî jî beşdarî wê serdanê bû, niha em hewl didin ku wan daristanan biparêzin û nehêlin ji nav biçin.’‘

Hesen Rûhanî derheqa Gola Urmiyê de jî got: ‘’Ziwabûna Gola Urmiyê tenê zerarê naghîne bajarên ser sînorê Îranê, lê ji bo tevahiya Îranê û welatên cîran jî pirsgirêk e û divê em wê golê ji mirinê rizgar bikin.’‘

Serokkomarê Îranê derheqa tozbarînê de jî nerînên xwe wiha anîn ziman:’‘Meseleya jîngehê ji meseleyên siyasî girîngtir e, di hevdîtineke ligel Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî de me qala wê yekê kir ku tozbarîn jî corekî terorîzmê ye.’‘

Daristanên Zagrosê ku mezintirîn û girîngtirîn daristanên Rojhilata Navîn in, ji ber girîngîpênedan û birîna daristanê ji bo çêkirina komirê, hino hino ji nav diçin û hevwelatiyên deverê jî vêna bi xemsariya rayedarên Îranê ve girêdidin.

Ji aliyekî din ve Cîgirê Berpirsê Rêxistina Krîza Niştimanî ya Îranhe Mihemed Ferîd Lutfî li ser heman mijarê got: ‘’Yek milyon û 130 hezar hektar daristanên Zagrosê hişk bûne û evna jî krîzeke mezin a niştimanî û xwezayî ye. Daristanên Zagrosê 6 milyon hektar e û ji wan 6 milyon hektaran 1 milyon û 130 hezar hektar hişk bûye.’‘

Ew hişkbûn zêdetir li parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ye û nêzîka ji sedî 50’ê darberûyên Îlam hişk bûne, evna di demekê de ye ku parêzgeha Îlam bi daristanên darberûyan tê naskiri

Basnews
Top