• Thursday, 18 July 2024
logo

Zanîngehên Iraqê jî li pêş ên Kurdistanê ne

Zanîngehên Iraqê jî li pêş ên Kurdistanê ne
Li gor rêzbendiya malpera “International Kolleges and Universities 4” zanîngehên Herêma Kurdistanî yên hikûmî û taybet, ji aliyê kalîteya xwendinê ve li pey zanîngehên Iraqê ne.

International Kolleges and Universities 4 ku di dawiya Adara borî de rêzbendiya zanîngehên cîhanê belav kir, li gor rêzbendiya wê lîsteyê zanîngeha Kerkûkê di pileya yekem de di nav zanîngehên Herêma Kurdistanê de tê û li ser astê cîhanê di pileya 4 hezar û 134’an de ye, ku ew pileyek zanistî ya gelek nizm e, herwiha zanîngeha Soran li pişt hemû zanîngehên Herêma Kurdistanê ye û li ser asta cîhanê di pileya 10 hezar û 333’an de ye.

Li gor wê lîsteyê, zanîngeha Mûsil li ser asta Iraqê baştirîn zanîngehe û li ser asta cîhanê di pileya 1339’an de ye, zanîngeha Silêmaniyê jî li gor bajarê Kurdistanê di pileya duyem de tê û li ser asta Iraqê di pileya 15’em de ye, li ser asta cîhanê jî di pileya 6185’an de ye.

Zanîngeha Dihokê jî di pileya sêyem de li ser asta Herêma Kurdistanê, pileya 16 li astê Iraqê û pileya 6305 li ser asta cîhanê de tê.

Zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê ya çarem e li ser astê Herêma Kurdistanê, 19’em li ser astê Iraqê û di pileya 7046’an de ye Ii ser astê cîhanê û bi 5 hezar pileyên zanistî li pişt zanîngeha Mûsilê ye.

Znîngeha Kurdistan jî, ku nîv fermî ye, li ser astê Iraqê di pileya 23’em de tê û li ser astê cîhanê di pileya 8009’an de ye, Zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê jî li ser astê Kurdistanê pileya şeşem, li ser asta Iraqê di pileya 24’em de û li ser asta cîhanê di pileya 8544’an de ye.

Zanîngeha Pizîşkî li Hewlêrê, li ser asta Kurdistanê di pileya heftem de, li ser asta Iraqê di pileya 25’em û li ser asta cîhanê di pileya 9264an de tê. Zanîngeha Işiq li Hewlêrê jî di pileya 10’em li ser astê Kurdistanê, 25 li ser astê Iraqê û 8425’em de ye li ser astê cîhanê.

Di vê derbarê de, Berpirsê Xwendina Taybet li Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê, Cemal Kemal ragehand ku ew rêzbendiya han cihê dilgiraniya Herêma Kurdistanê ye û got: “Zanîngehên taybet mebesteke wan ya aborî heye û girîngiyê bi astê zanistî û kalîteya xwendinê nadin, zanîngehên hikûmî jî qutbûneke wan heye ligel zanîngehên derve.” Herwiha behsa Zanîngeha Selahedîn kir ku zanîngeha dayik e li Herêma Kurdistanê û wiha axifî: “Heta niha kampusa wê nîne, girîngî pê nayê dayîn û pirsgirêkên wê yên aborî û darayî hene.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê, Elî Zeîd da zanîn ku nabe bi heman pîvana zanîngehên Amerîkî û Brîtanî, zanîngehên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê bên nirxandin.

Basnews
Top