• Thursday, 18 July 2024
logo

Ji ber maçekê ji welatê xwe mehrûm bû!

Ji ber maçekê ji welatê xwe mehrûm bû!
Maçkirina Endama Lijneya Dadweriyê û lîstîkvana navdar a Îranî Leyla Hatemî ji aliyê Rêveberê Festîvala Cannes a Sînemayê Jill Jacobs ve bû cihê nerazîbûn û dilgiraniyê li Îranê.

Di vê derbarê de medya Îranî ragehand ku zerar gehandiye rûmeta jinên Îranî, di heman demê de ji rê derketin e û nayê qebûl kirin. Ji aliyê xwe ve Jill Jacobs giringî neda wê babetê û li ser rûpela xwe ya Twitterê wiha nivîsiye: ‘‘Dema min rûyê Leyla Hatemî xanim maç kir, Hatemî Xan nûnertiya hemû sînemaya Iranê dikir, herwiha li Ewropa maçkirin normal e û em wiha hatine perwerde kirin, loma pêwist nake ku zêde gotubêj li ser vê mijara normal were kirin.’‘

Di vê derbarê de Cigirê Werzîrê Rewşenbîrî yê Iranê Hesen Nûşabadî jî ragehand ku derketina Leyla Hatemî bi wî awayî di festîvalê de binpêkirina prensîbên olî ye û nayê qebûl kirin.

Leyla Hatemî di nav malbateke hûnerî de mezin bûye û bi rola xwe ya di filmê ‘‘Veqetandin’‘ ê derhênerê Iranî Esxer Fehadîz navdar bû ku wî filmî xelata baştirîn filmê sala 2012’ê wergirt. Hatemî li Îranê dijî lê nediyar e ka gelo piştî vê maçê dê bikaribe vegere welatê xwe yan na.

Nivîskarê karûbarê Rojhelata Navîn ê BBC’yê jî eşkere kir ku Leyla Hatemî serê xwe pêça bû lê pêsîra wê vekirî bû û got: ‘‘Cilûbergên Hatemî û maçkirina wê di festîvalê de li Iranê nayê qebûl kirin.’‘

Basnews
Top